Li Hezexê ji ber parvekirinên medya civakî 4 kes hatin binçavkirin 2017-04-13 22:22:13 ŞIRNEX - Li Hezexê, bi hinceta di parvekirinên xwe yên civaka medyayî de "Propganadaya rêxistinê" kirin 4 kes hatin binçavkirin. Li Taxa Atakent a Hezexa Şirnexê, bi hinceta di parvekirinên xwe yên civaka medyayî de "Propagandaya rêxistinê" kirine 4 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin, birine Muduriyeta Polîsan a Navçeyê.