Qada Îstasyonê carek din li benda sed hezaran e 2017-04-14 09:12:55 AMED – Li Amedê Qada Îstasyonê ya mitîngê wê di 15'ê Nîsanê de carek din ji bo beşdariya sed hezaran kesî malovaniyê bike û li bendê ye ku mîtînga herî bi heybet ya eniya “Na”yê bê lidarxistin. Endamê MYK’ê yê HDP’ê Omer Onen dest nîşan kir ku, wê bi sed hezaran kes bi ruhê 5’ê Hezîrana 2015’an li Qada Îstasyonê dengê “Na”yê bilind bikin û got, dê tijekirina qadê bibe nişana serkeftina dengên “Na”yê. Onen bang li gelê Amedê kir ku, da bi kelecana Newrozê biherikin qada mitîngê. Li Amedê ku nêzî milyonek hilbijêrên wê hene, di her serdema hilbijartinan de bi mitîngên finalê diherike qadan û xwe ji bo roja hilbijartinê amade dike. Çawa ku di 5’ê Hezarîna 2015’an de beriya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an bi sed hezaran kes herikîbû Qada Îstasyonê ya mitîngê û mohra xwe li dîrokê dan, carek din li bendê ye ku beriya hilbijartina referandûma 16’ê Nîsanê bi sed hezaran Amedî roja 15’ê Nîsanê dîsa berî xwe bidin Qada Îstasyonê ya mitîngê. Qada Îstasyonê gelek caran malovaniyê ji sed hezaran re kiriye û qîrkirin û dirûşmeyên aştîxwaz, azadîxwaz û demokrasîxwaz berz kirine. Roja şemiyê ango 15’ê Nîsanê mitînga ku bi pêşengiya HDP’ê li Qada Îstasyonê bi tevlîbûna pêkhatiyên siyaseta kurd û piştevanên eniya “Na”yê bê li darxistin, dê carek din bi berzkirina dirûşmeyên pêkanîna ji bo aştî, çareserî, azadî, demokrasî û dayîna peyamên siyasî ya sed hezaran şahidiyê ji dîrokê re bike. Hemû amadekariyên mitîngên bi dawî bûne û bangên dawî ji bo mitîngên tên kirin û gel ji bo mitîngên tê vexwandin. Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ê HDP’ê Omer Onen der barê mitîngê de agahî dan û banga tevlîbûna mitîngê kir. ‘XEBATÊN ME BI SERKEFTÎ DERBAS BÛN’ Onen bi bîr xist ku, wan ji destpêka meha Adarê ve wek komîsyoneke navendî ji bo xebatên referandûmê plansaziyek dabûn ber xwe û got, vê komîsyonê xebatên 8’ê Adarê û Newrozê jî di nav de xebatek herî xurt daye meşandin û ev xebat ber bi dawiyê ve tên. Onen dest nîşan kir ku, wan di meha Adarê de û heta nîvê Nîsanê çi xebatên dan pêşiya xwe bi awayekî serkeftî kirine û got, ev meh û nîveke ku tevî gel xebateke bi coş û moral tê meşandin. ‘RUHÊ 5’Ê HEZÎRANÊ WÊ XWE DUBARE BIKE’ Onen anî ziman ku ew ê li Amedê mitînga fînalê ya referandûmê di 15’ê Nîsanê de li dar bixin û wiha got: “Çawa ku coş û kelecana Newrozê mohra xwe li rojevê da, em bawerin dê mitînga fînalê ya Amedê jî mohra xwe li dîrokê bide û wê serkeftina kampanya 'Na' bide nîşandan. Li gel hemû kuştin, girtin û binçavkirinan jî gel xwedî li vîna xwe derket û wê carek din roja 15’ê Nîsanê gel bi sloganên ‘Na’ wê xwedî li vîna xwe derbikeve. Di nava meh û nîvekê de xebatek seferberî wek a 7’ê Hezîranê hat meşandin. Çawa ku me di 5'ê Hezîrana 2015'an de bi sed hezaran Qada Îstasyonê tije kir, niha jî duyemîn car em ê wek wê roja 5’ê Hezîranê di 15’ê Nîsanê de li Qada Îstasyonê bi mitîngek herî berfireh heman coş û dilgeşiyê bidin nîşandan. Em ê bi ruhekî pozîtîf û morelek geş mitînga xwe pêk bînin. Çawa ku gelê me xwe ji bo Newrozê xemiland û herikîn qadên Newrozê, niha jî ji bo mîtînga bi heybet a Amedê amadekarî û xemilandin heye. Wê gel bi ruhê 15’ê Nîsanê rojek şûn ve biçe ser sindoqan û mohra xwe li referandûmê bide. Di encama xebata mal bi mal û gund bi gund de em ê biherikin Qada Îstasyonê. Armanca ‘Na’ çî ye û çima em dibêjin ‘Na’ dê roja mitîngê xwe li ber çavan raxîne. Ji niha ve eniya ‘Na’ ya gelê kurd û dostên wan bi serketiye.” ‘EM SINDOQAN EMANETÎ GELÊ XWE DIKIN’ Onen diyar kir ku piştî ku xebatên referandûmê dest pê kirin şûn ve, li dijî bi hezaran endam, xebatkar û rêveberên partiyên wan êrîşên qirkirina siyasî yên herî dijwar pêk hatin û wiha axivî: “Ev operasyon hêj jî didomin. Helbet ev êrîş li dijî astengkirina xebatên kampanya ‘Na’ ya partiyên me ne. Her çi qas di dema bihûrî de û di rojên dawî de endam û peywîrdarên sindoqên me hatibin binçavkirin û girtin, lê dîsa jî wê gelê me bi tecrûbeya xwe bi awayekî rûmet xwedî li dengên xwe derbikeve. Em sindoqên xwe emanetî gelê xwe dikin. Heta jimartina dengan bi dawî nebe em ê dev ji sindoqên xwe bernedin û çi dibe bila bibe wê gelê me xwedî derbikeve.” Onen herî dawî da zanîn ku, li gel Rewşa Awarte (OHAL), hemû êş û kûlên ku gelê wan dikişîne jî dê ji mitîngên bihûrî hin bêtir Qada Îstasyonê tije bikin û got, ew lehiya ku herikî Newrozê dê bi heman giyanê biherike qada mitîngê jî. Bîlal Guldem/Ozgur Paksoy – Dîhaber