Girtiyên din jî greva birçîbûnê dan destpêkirin 2017-04-14 10:09:07 RÎZE / ÎZMÎR- Greva birçîbûnê ya dêdem û bêdorveger gîhişt roja 59'emîn li girtêgehên din jî girtî dest bi greva birçîbûnê dikin. Li Kalkandereyê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdroveger dest pê kir li Menemenê jî grev di roja 9'emîn de ye. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve hat destpêkirin pêl bi pêl belav dibe. Girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê ku nêzî mehekê ye çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger didomîn in bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku îro çalakiya xwe werdigerînin ya bêdem û bêdorveger. Girtiyan diyar kir ku li tevahiya girtîgehê bi awayekî komî ji her kogûşê 2 girtî dest bi çalakiyê dikin û heta ku daxwazên wan neyên bersivandin çalakiya xwe bi dawî nakin. Girtiyan der barê binpêkirina mafên xwe de jî agahî dan û dan zanîn ku ji aliyê rêveberiya girtîgeh û gardiyanan ve bi awayekî kêfî rastî tundiyan tên û gelek mafên wan tên binpêkirin. Her wiha girtiyan ragihand ku di têketin û derketina girtîgehê de rastî legerîna tazî tên, name û pirtûkên kurdî li girtîgehê hatine qedexekirin û yên ku ji wan re tên şandin jî bi hinceta ku wergêr li girtîgehê tuneye tên desteserkirin. DI ROJA 9'EMÎN DE YE Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 9'emîn de ye. Girtiyê bi navê Omer Akpolat ê di nameya xwe ya ji hevalê xwe re şandiye de diyar kir ku pêkûtiyên li ser girtiyan zêdetir bûne li hemberî vê yekê jî 4 girtiyan di 6'ê nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine, banga bihistiyariyê kir. Akpolat di nameya xwe de ev agahî da: "Pirtûkên dersan nadin hundir. Di hatin û çûyînê nexweşxane û dadgehê de pirsgirêka ewlehiê tê derxistin. MUayeneya bi kelepçe tê ferzkirin. Radyoyên li odeyan kom kirin. Hevdîtin daxistin 35-40 deqîqeyî. Malbat 20 saetan rê tên lê em ancax dikarin 35-40 deqîqe hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtina vekirî 2 mehan careke tê kirin. Mafê telefonê 2 hefteyan careke tê kirin. Em bi hevalên xwe re nikarin sohbet bikin. Nameyên ku em ji saziyên mafên mirovan re dişînin tên desteserkirin. Li dijî tecrîdê û binpêkirinan OHAL'ê 4 hevalên me di 6'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Hevalên me yêk ketine grevê Îmam Ozer, Hasan Acar, Abdulkadîr Dag, Cengîz Atsiz in."