Serokomar Erdogan: Ji bo em dawî li hikumdariya Esed bînin ketin Sûriyeyê 2016-11-29 14:10:25 STENBOL - Serokomar Tayîp Erdogan, di daxuyaniya debarê "Mertalên Firatê" de diyar kir ku ji bo ew dawî li pêkanînên terorîst ên hikumdariya Esed bînin ew ketine Sûriyeyê ne ji bo tiştek din. Serokomar Tayîp Erdogan, di Sempozyuma Platofrma Kudusê ya di navabera Parlamentoyan a Stenbolê de axivî. Erdogan, derbarê "Tevgera Mertalên Firatê" de daxuyaniyek da û wiha got: "Gelo di meseleya Sûriyeyê de Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêngavekê diavêje? We jî NY'ê li Sûriye û Iraqê tiştek dît? Niha hêjmara 600 tê nîqaşkirin lê na. Li gorî min li Sûriyeyê nêzî milyonekê kes mirin. Ev hîna berdewam dike. Bêyî ku bêjin ev zarok, jin an jî mêrê mirin didome. NY li kuye çi dike? li Iraqê heye çim anîne? Me got sebir sebir sebir lê me xwe negirt û em bi Artêşa Azad a Sûriyeyê re ketin Sûriyeyê. Çima em ketin Sûriyeyê? Çavê me ne li axa Sûriyeyê ye. Mesele ewe ku divê xwediyên axan xwedî li axên xwe derkevine û ji bo em vê pêk bînin çûn. Em li wir ji bo çekirina dadê hene. Ji bo em dawî li hikûmdariya Esed a ku terorê pêk tîne ketin wir ne ji bû tiştek din."