'Em xwedî li sembolên îradeya azadiyê derkevin' 2017-04-14 11:05:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr di qunçiknivîsa xwe de cih da ser girîngî û wateya çalakiya greva birçîbûnê girtiyên siyasî ku 59 rojin berdewam dike. Pîr, anî ziman têkoşîna li girtîgehan perçeyekî têkoşîna gelê kurd a herî girîng e û xwest her kes li têkoşîna ku bûye sembola îdareya azadiyê xwedî derkevin. Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de cih da çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û xwest her kes li çalakiya girtiyan xwedî derkevin. Nivîsa Nivîskar Salih Cuma Pîr wiha ye: Girtiyên siyasî yên kurd ev 59 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yanî di rojiya mirinê de ne. Di vê demê de ku gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna man û nemanê dide, dîlên azadiyê jî bi danîna holê ya jiyana xwe, dibin parçeyekî vê têkoşînê. Wekî ku Kemal, Hayrî, Akîf û Alî, gelê kurd û Tevgera Azadiyê di şert û mercên herî dijwar ên 12’ê Îlonê de çawa ku bi rol û rista xwe ya dîrokî rabûn îro roj dîlên azadiyê yên di rojiya mirinê de jî çalakiyeke dîrokî bi pêş dixin. Di demeke ku li ser Rêberê Gelê Kurd û gelê kurd zext û pêkutiyên gelek giran hene de, bûne parçeyekî girîng ê têkoşînê. Jixwe ji sala 1982’yan û vir ve dîlên azadiyê wek mil û parçeyekî girîng ê têkoşîna azadiya gelê kurd di hemû demên dijwar de bi rol û rista xwe rabûne. Li dijî zilm û zora li ser gelê kurd di refên herî pêş ên berxwedanê de cihê xwe girtiye. Îspat û delîla ku gelê kurd têkoşîna herî mezin û dîrokî ya ji bo azadî û demokrasiyê dide, bi deh hezaran girtiyên siyasî ne ku îro roj di zindanan de ne. Ji sala 1980’yî û vir ve ji ber sedemên siyasî bi sed hezaran kurd ji 5 salan heta 30 salan di zindanan de di bin qeyd û leleyan de hatine girtin. Li ser rûyê cîhanê tu gel bi qasî gelê kurd neketiye zindanê. Herhal ji 12’ê îlona 1980’yan û vir ve bi milyonan kurd girtine bin çavan. Ew qas binçavkirin, ew qas girtin îspat û delîl e ku dewleta tirk çi qas dijminatiya kurdan dike. Li gel vê hema bêje hemû hevşaredar, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan û parlamenter girtî ne. Ev pêkanîn hemû delîl in ku li dijî gelê kurd şerek tê meşandin. Şerê ku li dijî gelê kurd tê meşandin jî îro roj di asta herî jor de tê pêşxistin. Qirkirina siyasî ya ew qas kûr û berfireh jî ji bo ku li ser kurdan tevkujiyeke çandî û fizîkî pêk bînin, tên kirin. Va ye dîlên azadiyê di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd û pêşî li êrîşên tevkujiya li dijî gelê kurd bigirin, dest bi berxwedanê kir. Tecrîd û zextên li Îmraliyê tên kirin bêguman êrîşên tevkujiyê ne. Rêberê Gelê Kurd niha ji ber ku li dijî polîtîkayên tevkujer ên AKP-MHP’ê ye, li ser wî zext û tecrîdeke giran heye. Polîtîkayên ku li Îmraliyê tên pêşxistin û polîtîkayên li dijî gel tên pêşxistin, paralelî hev in. Bi êrîşên li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd jî dixwazin îradeya azadiyê ya gel bişikînin û gel biçewisînin. Dîlên azadiyê tam jî ji ber vê yekê li dijî vê êrîşa xayîn û bêyom ketine rojiya mirinê. Poltîkayên li dijî Rêberê Gelê Kurd ji ber ku di heman demê de polîtîkayên tevkujer ên li dijî gelê kurd din, dîlên azadiyê jî li dijî van polîtîkayên êrîşkar hemleya xwe kiriye. Di vê çarçoveyê de berxwedana li zindanan ne bi tenê domandina kevneşopiyeke berxwedanê ye. Dîlên azadiyê bi vê hemleya xwe di şerê di navbera hêzên demokrasiyê û dijminên demokrasiyê de helwesta xwe aşkera kiriye. Li ser vî esasê di têkoşîna azadiya gelê kurd de aktîf cihê xwe girtiye. Li ser vê yekê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jî bi rol û risteke dîrokî rabûne. Bi vî awayî hêzeke mezin didin têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê. Di şert û mercên ew qas zor û zehmet de nîşandana helwesteke bi vî rengî gelekî girîng e. Êrîşên dewleta tirk di ser de ji alî van dîlên azadiyê ve hem jî di şertên ew qas dijwar de tên pûçkirin. Heke di şertên ew qas zor û zehmet de jî dikarin li ber xwe bidin, îradeya wan nekarîn bişikînin, helbet dewleta tirk dê nekare îradeya gel jî bişikîne. Helbet ne mimkûn e ku îradeya Tevgera Azadiyê were şikandin. Zindan tim û daîm şert û merc çi qas dijwar bin bila bibin, ji aliyê girtiyên evîndarên azadiyê ve bûne qadên têkoşînê, bûne qadên sembol ên serkeftina îradeya azadiyê. Ev yek jî bûye tarz û îradeya berxwedanê ya gelê kurd. Dîlên azadiyê zarokên herî birûmet ên gelê kurd in. Ew sembolên îradeya azad a gelê kurd in ku di şertên herî dijwar de jî bi ser dikevin. Berxwedêriya li zindanan ji 12’ê Îlonê û vir ve gelekî nirxên mezin xistine nava têkoşîna me ya azadiyê. Di vê çarçoveyê de bi xwedîderketina li berxwedêrên zindanan di esasê xwe de gelê kurd û hêzên demokrasiyê li xwe xwedî derdikevin. Ev di heman demê de xwedîderketina li nirxên têkoşîna azadî û demokrasiyê ye ku ew afirandin. Îro roj li zindanan hema bêje ji her temenî kes hene. Bi tenê ne ciwan, zarok û kal jî hene. Bi hezaran jinên girtî jî hene. Ev rastî hemû di esasê xwe de nîşan didin ku dewleta tirk dijminatiya gelê kurd dike. Zêdebûna hejmara girtiyên jin bi karaktera îktîdara AKP’ê û dewleta tirk ve girêdayî ye. Ji ber ku hebûna jinan a di nav têkoşînê de îşaret bi xisleta azadîxwaz û demokratîk a têkoşînê dike. Têkoşînê dike malê civakê, kûr û berfireh dike. Ji ber ku ew jî dizanin têkoşîneke xwedî van xisletan dê dawiyê li pergala tevkujer bîne, pir ditirsin ku jin di nav têkoşînê de cih bigirin û bikevin nav siyasetê. Ji ber vê sedemê jinan digirin, li ser jinan bi rêya zext û pêkutiyan dixwazin pêşî li wan bigirin da ku di nav têkoşîna azadî û demokrasiyê de cih negirin. Îro roj jinên kurd hem li çiyayan û hem jî li zindanan di nav têkoşîna azadî û demokrasiyê de beşa herî bi azwerî ya civakê ne. Jixwe îro jî di çalakiya greva birçîbûnê de ew li herî pêş in. Zarokên herî birûmet ên gelê kurd, jinên kurd ên ku evîna wan a ji bo azadiyê pir xurt e, di şertên herî dijwar de jî îradeya azadiyê nîşan daye û canê xwe daniye holê. Bedenên wan roj bi roj dihelin lê têkoşîna azadiyê jî ew qas xurt û mezin dikin. Di vê çarçoveyê de xwedîderketina li berxwedana wan ji bo me hemûyan ferz e. Di serî de ciwan divê gelê kurd li her derê rabe ser pêyan û xwedî li van nirxên me derkeve, ji bo ku çalakiya wan bigihîje encamê divê her kes bi berpirsyarî û erka xwe rabe.