Yuksekdag beşdarî rûniştina Mêrsînê nebû 2017-04-14 11:30:33 MÊRSÎN - Rûniştina doza Hevseroka Giştkî ya HDP'ê Figen Yuksekdag li Mêrsînê hat dîtin. Yuksekdag, beşdarî rûniştina doza ku heta 2 salan ceza jê tê xwestin nebû. 3'yemîn rûniştina doza Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag ku girtî tê darizandin li 9'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mêrsînê hat dîtin. Dozger bi hinceta Yuksekdag di 13'ê Adara 2016'an de di kongreya HDP'ê ya Mêrsînê de axaftin kiribû û heqaret li Serokwezîrê ketî Ahmet Davutoglu kiriye doz vekiribû û ji 2 salan heta 3 salan ceza dixwaze. Yuksekdag, beşdarî rûniştina dozê nebû. Li ser navê Yuksekdag parêzerên wê Mehdi Zana Akkaya amade bû. Akkaya, diyar kir ku di axaftina Yuksekdag de heqaret tune ye xwest dos betal bibe. Heyete ji bo belgeyên pêşkêşî dadgehê hatine kirin lêkolîn bike doz taloqî 6'ê hezîranê kir.