Tirkiye li Almanan hatiye qedexekirin 2017-04-14 12:04:37 BERLÎN - Wezareta Karên Derve ya Almanya, diyar kir ku ji serê salê heta niha nêzî 100 welatiyên Alman li balafirgeha Tirkiye paşve hatine vegerandin û destûr nehatiye dayîn ku welatiyên wan biçin Tirkiye. Wezareta Karên Derve ya Almanya, têkildarî astengiya Tirkiye ya li pêş welatiyên xwe daxuyanî da. Wezaretê da zanîn ku ji destpêka sala 2017'an heta niha li balafirgehên Tirkiye nêzî 100 welatiyên Alman paşve hatine vegerandin û destûr nedane welatiyên wan biçin Tirkiye. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Alman dpa li ser pêşniyarnameya Partiya Çep Wezareta Karên Derve daxuyanî daye. Wezaretê anîye ziman ku Tirkiye ji destpeka salê heta niha nêzî 100 welatiyên wan asteng kirine. Wezîrê Dewletê û Berpirsiyarê Karên Derve yê Ewropa yê Almanya Michael Roth, xwest hikûmeta Tirkiye der barê biryarê de şefaf nêzîk bibe. Parlamentera Partiya Çep Sevim Dagdelen jî qedexeyên li pêş almanan bi zimanekî tund rexne kir. Dagdelen, anî ziman ku bi qedexeyan qada dîktatoriya Serokomar Erdogan bêtir fireh dibe.