Sîwana xwe girtin û beziyan mîtînga 'Na' 2017-04-14 14:17:53 WAN- Li Wanê ligel baranê welatiyên ku sîwaneya xwe girtin beziyan mîtînga "Na". Li Wanê welatî ji bo mîtînga "Na" ya li Parka Mûsa Anter diherikin parkê. Bi hezaran welatî ligel baranê sîwaneyên xwe girtin û berê xwe dan parkê. Piştî ku nimêja înê bi dawî bû bi hezaran welatî ketin qadê. Gel bi muzîkê govendê digerînin. Li mîtîngê dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" "Na" tên berzkirin. Osman Baydemîr, Nadîr Yildirim û Leyla Guven dê biaxivin JI BO WEŞANA ZINDÎ DESTUR NEDAN Di Mîtîngê de polîsan ruhsata wesayîta weşana zindî ya ku HDP'ê kirê kiribû hate desteserkirin. Polîsan nehiştin weşana zindê bê kirin.