Saziyên tenduristiyê ji Wezareta Dadê xwest mafên jiyana girtiyan biparêzin 2017-04-14 15:24:19 AMED - Rêxistinên tenduristiyê û pîşeyî têkildarî girtiyên siyasî yên 59 rojin di greva birçîbûnê de civîna çapemeniyê pêk anîn. Nûnerên saziyên tenduristiyê ji Wezareta Dadê xwest ku mafên girtiyan ê jiyanê biparêzin. Çalakiya greva birçîbûnê ya giriyên siyasî ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, zext û binpêkirinên li ser girtiyan bi dawî bibe û operasyonên siyasî û leşkerî yên li gund û bajarên herêmê bi dawî bibin dane destpêkirin di roja 59 rojan de berdewam dike. Saziyên tenduristiyê, rêxistinên parazvanên mafên mirovan û saziyên kedê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên siyasî li Odeya Tabîban a Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Nûnerên ÎHD, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, Oteya Tabîban a Amedê, Yekîtîya Tabîban a Tirk (TTB), Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kedkarên tenduristiyê di civînê de amade bûn. Li ser navê saziyan Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerif Demir, diyar kir ku li 25 girtîgehan 240 girtiyên siyasî ji 15'ê Sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û çalakiya wan di roja 59’an de berdewam dike. Demîr, anî ziman ku çalakî roj bi roj li hemû girtîgehan belav dibe û xwest demek berî demekê daxwazên girtiyan bê bersivandin. Demir, anî ziman ku çalaki nêzî roja 60’an dibe û her ku diçe bêtir ber bi xeteriyê ve diçin. Demîr, anî ziman ku girtiyên di grevê de tenduristî û jiyana wan di bin rîskek mezin de ye û ji Wezareta Dadê xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bibersivîne û mafê wan ê jiyanê biparêze. Demîr helwesta Wezareta Dadê ya ku heta niha ker û kor tev digere û gavan navêje rexne kir û xwest gavên çareseriyê bavêje. Demîr, bang li hikûmetê kir û daxwaz wiha rêz kir: * Divê kesên di grevê de rojê herî kêm 5 îskanê avê, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçişên xwarinê şekir, 1 kevçiyê şêranî karbonat 500 mg û vîtamîna B1 pêdiviya wan bê bersivandin. * Ger ku ev pêdivî û Vîtamîna B1 neyê dayîn dê bi xwere nexweşiya norolojik bîne. Divê teqez vitamîna B1 bidin girtiyên di grevê de. * Kesên di greva birçîbûnê de divê rîska şert û mercên tenduristiyê xera bike ji holê bên rakini û destûr nedin pirsgirêkên tenduristiyê derkevin. *Divê kesên ketine greva birçîbûnê û kesên nexweşî bi wan re hene di qada tenduristiyê de bên agahdarkirin û zanekirin. *Divê bi qasî pêdiviyên av, xwê û şekir pêdiviyên papijiyê jî bên kirin. Divê her tişt pir pak bin. *Piştî çalakî bi dawî bû jî divê di bin kontrola hekîm de xwarin li gorî rêbazên tenduristiyê bê dayîn. * Divê astengiyên li pêş heyeta serbixwe ya ji yekîneya TTB, ÎHD û saziyên sivîl pêk tê bê rakirin. Divê heyet karibe biçe bi girtîyan re hevdîtin bike û şertên wan lêkolîn bike. Demîr, herî dawî xwest ji bo di nava civakê de êşên mezintir çênebin ji Wezareta Dadê xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan pêk bîne û rê li pêş heyeta serbixwe veke ku biçin lêkolîn bikin.