Ji girtiyên jin re nameyên piştevaniyê şandin 2017-04-14 15:35:56 ÎZMÎR - Hevparên TJA'yên Îzmîrê ji girtiyên jin ên ji bo Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ne nameyên piştevaniyê şandin. Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Îzmîrê ji bo girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûna ya bêdem û bêdorveger de ne kartên piştevaniyê şandin. Jinên ku bi kaxizên rengîn name şandin diyar kirin ew li derve berxwedanê didomînin.