Paylan: Hewaya 7’ê Hezîranê heye 2017-04-14 15:48:50 STENBOL / ANTALYA - HDP’ê li Sancaktepeyê şahiyek pêk anî û Parlamenter Garo Paylan jî beşdarî şahiyê bû. Paylan got ku “Ez her roj li kuçe û atolyeyan im” û wiha pê de çû: “Li van deran bayê 7’ê Hezîranê heye. Li we pîroz be.” Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Saruhan Oluç jî piştrast kir ku dengê di 16’ê Nîsanê de bilind bibe dê AKP’ê bine ser hişê wê. Mîtîngên referandûmê yên HDP’ê berdewam dikin. HDP’ê li Qada Sanandirayê ya Sancaktepeyê şahiyek pêk anî, li herêmên wekî Sultanbeylî û Urmiyeyê jî bi sedan welatî beşdar bûn. Li qadê alên HDP’ê yên nivîsên ‘na’ li ser bûn qad rengîn kir. Di şahiyê de Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr û Endama PM’a HDP’ê Îlknur Bîrol jî wek axaftvan beşdarî şahiyê bûn. 'ARMANCA AKP'Ê NE GEL YEK ZILAM E' Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr destpêkê axivî û diyar kir ku ew wekî HDP’ê ji referandûmê re amade ne û bang li gel kir ku xwedî li dengê xwe derkevin. Demîr got ku ew hêvî dikin ku ev referandûm ji gelên li Tirkiyeyê re aştî û aramiyê bîne û wiha axivî: “Em îro dibînin armanca AKP’ê ne gel, yek zilam e. Vê bixwe jî şahiya me hildaye tecrîdê. Çar hêla mê bi polîsan hatiye girtin.” Demîr da zanîn ku dê nikaribin pêşiya wan bigirin û aşkera kir ku dê bi ser bikevin. 'JI 7 MILYON BÊ KARAN DENG DIXWAZIN' Piştî Demîr mafê axaftinê Endamê PM’a HDP’ê Îlknur Bîrol girt. Bîrol destnîşan kir ku li welat 7 milyon bê kar hene, lê AKP’ê beyî ku kar bide wan, ji bo pergala yek zilamî dengê bi milyonan bê karan dixwaze û wiha pê de çû: “Dê ev hişmendî welat berbi tofanê ve bibe û em ji vê re dibêjin na.” ‘EM BI HEV RE QAZANC BIKIN’ Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan jî bi dirûşma HDP’ê ya referandûmê dest bi axaftina xwe kir got ku “Em bi hev re qazanc bikin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê heke di hilbjartinê de ‘erê’ derkeve em dê bi hev re winda bikin. Dê hemû Tirkiye winda bike. Bi guhertina makeqanûnê re dixwazin welat bi salan paşve bibin.” 'EM TÊKOŞÎNA RÛMETÊ DIDIN' Paylan da zanîn ku divê her kes cara dawî li rehbera telefona xwe mêze bike, kîjan esnaf, dost û xizmê wî mabe lê bigere û der barê ‘erê’ û ‘na’ yê de yek bi yek naveroka wan vebêje û wiha axivî: “Di rojên dawî de em hemû hêza xwe bixin dewrê. Em şerê rûmetê didin. Ez her roj li kuçe û atolyeyan digerim, li van deran hewaya 7’ê Hezîranê heye. Bi la li we pîroz be. Divên ‘hûn qet meraq nekin’. Em li pişt wê perdeyê bi wijdana xwe re ne. Em ê wê rojê hesabê hemû niheqiyan bipirsin.” 'DÊ DENGÊ DI 16’Ê NÎSANÊ DE AKP’Ê BÎNE SER HIŞÊ WÊ' Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Saruhan Oluç jî der barê parastina sindoqan de agahî da û xwest hemû gel biçe ser sindoqan û aşkera kir ku ew jî li ser sindoqan peywîrdar e, ew ê heta dawiyê sindoqan biparêzin. Oluç derbirî ku ji bo dengê ‘na’ neyên dizîn, divê her kes bi hemû hêza xwe sindoqan biparêz e û ev tişt anî ziman: “Em wekî HDP me li Tirkiye û Kurdistanê tevdîrên parastina sindoqan girtiye. Em di wê hêviyê de ne ku dê gel di 16’ê Nîsanê de bersiva pêwîst bide û AKP’ê bîne ser hişê wê.”