‘Heta cînayeta Elçî ronî bibe têkoşînê bidome' 2017-04-14 15:50:27 AMED - Cîgirê Serokê Baroya Amedê Prz. Velat Alan, di roja 504'an a çalakiyê de ji bo ronîkirina kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de axivî û got: "Heta ev cînayet ronî bibe û kujer bên darizandin û cezakirin têkoşîna me dê bidome. Baroya Amedê ji bo kujerê Seroka Baroya Amedê Tahir Elçi ku li Sûrê hat kuştin ronî bibe û kujer bê darizandin û cezakirin di roja 504'an de li pêş edliya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên Baroya Amedê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyê Elçî ku li ser bi kurdî û tirkî "Em te ji bîr nakin" nivisandiye vekirin. Di çalakiyê de Cîgirê Serokê Baroya Amedê Prz. Velat Alan axivî û wiha got:"Di ser kuştina cînayetê Elçi re 504 ango 72 hefte derbas bûn. Lê hêj kujer nehatine ronîkirin. Ne 504 roj 500 rojnên din jî derbas bibe em dê dîsa li pey dozê bin û heta cînayet ronî bibe û kujer bên darizandin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Çalakiyê bi rûniştan 5 deqîqeyan berdewam kir.