Li Mêrdîn û Şirnexê xebatên referandûmê 2017-04-14 16:45:31 ŞIRNEX / MÊRDÎN – Li Şirnex û Mêrdînê rêxistinên HDP û DBP’ê ji bo hilbijartina referandûmê çûn serdana gel û esnafan. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şirnexê bi komeke ku Parlementerê HDP’ê ya bajêr Aycan Îrmez jî heyî re çûn serdana esnafên bajêr. Di serdana ku belavokên “Na”yê hatin belavkirin de esnafên sûka Sanayiyê li ser tengasiyên dikişînin sekinîn. Esnafên ku kêfxweşiya xwe anîn ziman destnîşan kirin ku dê biçin ser sindogan û banga dengdayîna “Na”yê kirin. Li navçeya Artûkluya Mêrdînê jî Parlementerê HDP’ê yê bajêr Mithat Sancar bi komeke HDP û DBP’î re çû serdana gel û esnafan. Di serdanê de bi esnafan re qehwe hat vexwarin û Parlementer Sancar sedemên “Na”yê vegotin. Sancar ê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin bi kurdî, erebî û tirkî bangawaziya “Na”yê li gel kir. Her wiha parlementerên HDP'ê Erol Dora û Alî Atalan jî di nav de komek ji HDP û DBP’ê çûn serdana welatiyên gundê Mahsertê ya Mêrdînê. Di gundên Xirbê Kevir, Xirbê Belik, Kudê, Xanîsora, Xirbê Mamitê, Kewarêxê, Yestê, Dêrçemê, Gola, Mistinê, Sadda, Kermetê, Zêhnî, Merzka, û Mercê de sedemên “Na”yê hatin vegotin. Dehan welatî bi alayên kesk,sor û zer koma HDP û DBP’ê pêşwazî kir. Di serdana gundan de bi taybet jin û zarokan eleqeyekî mezin nîşanî endamên partiyê dan.