Li Rihayê ji ber bareneke zêde lehî rabû: Kesek fetisî 2017-04-14 17:51:31 RIHA - Li Rihayê ji ber baraneke zêde lehî rabû. Mehmet Yuksekbaş ê ku li ber lehiyê çû, fetisî û jiyana xwe ji dest da. Li Rihayê, duh êvarî baraneke dijwar bariya û ji ber vê li gelek deverên bajêr hema bêje kehî rabû. Mehmet Yuksekbaş (34) ê dema li Kuçeya Ocalkli ya Taxa Dilîmlî ya navçeya navendî Eyyûbiyeyê bi wesayîta xwe diçû, bi avê de çû. Piştî vê ekîp hatin herêmê û piştî 6 saetan bi zorê xwe gihandin cenazeyê Yuksekbaş.