3 ciwanên ku ji bo 'Na'yê govend gerandin hatin binçavkirin 2017-04-14 18:30:20 AMED - 3 ciwanên ku li Kuçeya Hunerê ya semta Ofîsê ya Amedê standa "Na"yê vekirin û govend gerandin, hatin bnçavkirin. Ciwanên HDP'î yên li Kuçeya Hunerê ya semta Ofîsê ya nevçeya Yenîşehîra Amedê, standa "Na"yê vekirin, polîsan mudaxileyî wan kir. Li ser astengiyan ciwanan kilam gotin û li ber kilaman govend gerandin. Ji ciwanên ku govend gerandin 3 jê hatin binçavkirin û ew birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr.