Agir bi qereqolê ket 2017-04-14 23:05:09 COLEMÊRG -Agir bi Qereqola Sinavayê ya ku 10 kîlometre dûrî Geverê ye ket. Agir bi Qereqola Cendirmeyan a Gundê Sinava yê girêdayî Gevera Colemêrgê ye ket. Sedema agirê ku li qereqolê nehat zanîn. Her wiha gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li herêma ku liv û tevegra helîkopteran jî heye, hat diyarkirin ku gelek leşker rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.