Girtiyên di greva birçîbûnê de: Heta tecrîda Îmraliyê bê şikandin dê grev bidome 2017-04-15 13:02:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Grevên birçîbûnê yên li grtîgehan di roja 60'emîn de ye, li Edene, Osmaniye û Bafrayê jî grevên birçîbûnê dest pê kir. Girtiyên ji Sîncanê name şandin peyam "Heta ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin dê grev bidome" dan. Grevên birçîbûnê yên li grtîgehan di roja 60'emîn de ye, li Edene, Osmaniye û Bafrayê jî grevên birçîbûnê dest pê kir. Girtiyên ku ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê name şandin di nameya xwe de wiha gotin: "Hate ku tecrîda li Îmraliyê bê şikadin dê grev berdewam bike." LI KURKÇULERÊ 10 GİRTÎ DI GREVÊ DE YE Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê girtiyên ku biryara greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger girtin bi riya malbatên xwe ve agahî dan raya giştî. Di agahiyê de hat gotin ku 6 girtiyan di 10'ê Nîsanê de, 4 girtiyan jî di 13'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtiyan ragihandin ku girtiyên bi navê Omer Baran, Ahmet Erdogan, Mustafa Muhammet Alî, Mehmet Emîn Vural, Metîn Keleş, Şahîn Tan, Selahattîn Dîrek, Zuhat Ozkan di grevê de ne. OZDEMî 9 KÎLO DAYE Li aliyê di hate hînbûn ku girtiyê bi navê Denîz Ozdemîr ê ku ji 10'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye û dixwaze ji husdeya yek kesî bê derxistin jî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê dest pê kiriye û heta niha di greva birçîbûnê de 9 kîlo daye. LI OSMANIYEYÊ 7 GIRTÎ Li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê jî girtiyên bi navê înan Akin, Recep Kaya, Ahmet Altay, Sedat Aydin, Sînan Koyuncu, Erdal Daghan û Hasan Muhammed Îbîş di 10'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Girtiyan bi riya malbatên xwe ev ragihandin. LI BAFRAYÊ 6 GIRTÎ 11 ROJ IN DI GREVÊ DE NE Hate hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê jî 6 girtî 11 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di peyama ku girtiyan bi riya malbatên xwe şandin de diyar kirin ku girtiyên bi navê Sînan Salhan, M. Ziyayettîn Guler, Orhan Alkan, Ercan Yakut, Suleyman Îlhan û Mehmet Yildirim beriya 11 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. JI SÎNCANÊ NAME:HETA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BÊ ŞIKANDIN Li Girtîgeha Sîncanê jî greva ku di 23'ê Sibatê de bi 7 kesan ve dest pê kir bi 25 kesan ve berdewam dike. Girtiyên jin bi riyên malbatên xwe ve name şandin û di nameyê de wiha gotin: "Heta ku tecrîda li Îmraliyê be şikandi dê berxwedana me xurtir bibe û bidome." Di nameya ku 10'ê Nîsanê hatiye nivîsandin de wiha tê gotin: "Em girtiyên siyasî yên ji 23'yê Sibatê heta niha di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne bi 2 armancan dest bi grevê kir. Yek ji armanca me û ya herî girîng rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ya duyemîn jî bi dawîbûna dagirkerî û dorpêça li bajarên Kurdistanê ye. Em wekî girtiyên siyasî di vî ferqê de ne ku ev tiştîn diqewimin bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye. Heta ku tecrîd neyê şikandin binpêkirinên li girtîgehan, zilm û pêkûtî jî bi dawî nabe. Ji ber ku di navenda vî şerê li dijî gelê kurd tê meşandin de tecrîda li ser Rêbertiyê heye. Ev tiştên diqewimin li dijî gelê kurd darbe ye û vî darbeyê bi tecrîdkirina nêrînên Rêbertiya me ve dest pê kir. Rêberê me ji 2011'an heta niha bi parêzerên xwe ve 2 salên dawî ye jî tu kesan re nikare têkîliyan dayne. Têkîliya wî hatiye qutkirin. Li vir j^itê fêmkirin ku 2 salên dawî ye li Kurdistan û Tirkiyeyê şerê ku tê meşandin encama negihiştina fikrên rêberê me li derve ye. Ji bo derketina ji vî kaos û darbeyê rakirina tecrîdê şert e. Ji ber vê yekê jî divê wekî gel û girtî li gorî vî armanca bingehîn tevbigerin. Ya din dê xwe xwapandin be. Em dixwazin hemû rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, raya giştî daxwazên me bi vî rengî bizanibin û bi vî rengî bînin ziman. Xwedîderketina berxwedana li zindanan a bi vî rengî û li derve jî xurtkirina berxwedanê girîng e. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin dê berxwedana me xurt bibe û berdewam bike."