11 girtiyên di grevê de avêtin hucreyan 2017-04-15 13:28:50 EDENE - Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 11 girtiyên ku ketibûn çalakiya greva birçîbûnê avêtin yek hucreyê. Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 11 girtiyên ku 14 rojin ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, avêtin yek hucreyê. Girtiyan bi riya malbatên xwe agahî dan û diyar kirin ku rayedarên girtîgehê ew avêtine hucreyên yek kesî. Girtiyên ku ketine grevê û avêtine hucreyên yek kesî wiha ne: Ali Okutan, Murat Bilen, Agit Atsoy, Dogan Tugrul, Delil Aslan, Mehmet Sekin, Ferit Biçici, Adem Îşleyen, Ridvan Dogan, Amed Kiran, Azad ê paşnavê wî nehat zanîn.