Yapici yê HDP’î hat girtin 2017-04-15 13:32:01 MÊRSÎN - Koçer Sason Yapici yê HDP'î ku li Semsûrê hat binçav kirin û anîn Mêrsînê, li Mêrsînê hat girtin. Koçer Sason Yapici, yê li ser lêpirsîna dozgeriya Komarê ya Mêrsînê li Semsûrê hat binçavkirin, piştî anîn Mêrsînê, ji aliyê dadgeha Mêrsînê ve hat girtin. Dozger bi daxwaza girtinê Yapici sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" der barê Yapici de biryara girtinê da û Yapici şand girtîgeha Mêrsînê.