Di operasyonê de Serbaz û çawîşekî pispor mirin 2017-04-15 14:22:29 COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di saetên serê sibê de maşîneya leşkeran a derket operasyonê gindirî newalê. Di bûyerê de 1 serbazek û çawîşekî pispor mirin û 2 çawîşên pispor birîndar bûn. Li herêma Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di saetên serê sibê de leşker derketin operasyonê. Di karwana leşkerên derket operasyonê de maşîneyek leşkeran gindîrî newalê. Di bûyerê de Serbaz Kurşat Selim Şenol û çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest dan. 2 çawîşên pispor jî birîndar bûn. Cenazayên serbaz, çawîşê pispor û 2 çawîşên pispor ên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê.