Xwendekarên Tipê bertek nîşanî bêdengiyê dan 2017-04-15 15:08:15 ÎZMÎR - Çalakiya girtiyên siyasî ya li girtîgehan di roja 60'an de berdewam dike. Xwendekarêin fakulteya Tipê daxuyanî dan û bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê û wezareta dadê dan. Xwendekarê bêdengiya mirovan a li hemberî çalakiyê rexne kirin. Xwendekarên Tipê yên Zanîngeha Dokuz Eylulê (DEU) bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê û wezareta dadê dan. Xwendekarê pola 3'yemîn ê Fakulteya Tipê Doğan Yolcu, anî ziman ku ji ber rayedar gavan navêjin û daxwazên wan çareser nakin neçar dimînin dest bi grevê bikin. Dogan, anî ziman ku Tirkiye peymana tenduristiyê îmze kiriye, lê vê peymanê îhlal dike û xwest daxwazên girtiyan pêk bînin. Dogan, Odeya Tabîban a Îzmire jî rexne kir û xwest têkildarî daxwazên girtiyan gavên çareseriyê bavêjin Xwendekarê Pola 5'an ê Fakulteya Tipê yê DEU Şinasi Dundu jî bertek nîşanî helwesta rayedaran û saziyan da û xwest li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng nemînin û daxwazên wan pêk bînin. Dundu, da zanîn ku heta niha tu gav nehatiye avêtin û li girtîgehan girtî rastî pêkanînên dijmirovahî tên. Xwendekarê Pola 5'an a DEU Oncu Çetinbaş, jî xwest rayedar gavên çareseriyê bavêjin û pêdiviyên wan ên vîtamînên B1, B6 û B12 bidin wan. Xwendekara Pola 3'emîn a Beşa Hemşîre ya DEU Aynur Deger jî anî ziman ku ji ber daxwazên girtiyan nayê bersivandin, girtiyan bedena xwe daniye holê û ew hemû berpirsiyarê daxwazên wan in. Deger xwest her kes bi hevre bibin bersîva daxwazên girtiyan û çareseriyê pêş bixin.