Buldan: AKP bi kurdan hat îktîdarê bê bi kurdan biçe Baydemîr: Finda derewînan dê heta 16'ê Nîsanê pekeve 2017-04-15 16:29:56 AMED - Mîtînga fînala 'Na'yê ku di pêşengiya HDP’ê de li Qada 5'ê Hezîranê ya Amedê bi tevlêbûna sed hezaran Amedî pêk hat. Di mîtînga sed hezaran got "Na" de Serokwekîla Meclîsa Tirkiye Pervîn Buldan, diyar kir ku AKP bi kurdan hat îktidarê û dê bi kurdan biçe. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir jî got ku dê finda derewînan heta 16'ê Nîsanê pêkeve. Mîtînga fînala 'Na'yê ku di pêşengiya HDP'ê de li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyon) bi tevlêbûna sed hezaran pêk hat, tevî ku baran bariya kom bûn û gotina "Na". Bi sed hezaran Amedî ji çar aliyên taxên Amedê herikîn qada mîtîngê. Ji çar aliyên Amedê bi sed hezaran herikîn qada 5'ê Hezîranê (İstasyon) ya Amedê. Bi sed hezaran Amedî li qada mîtîngê kom bûn û bi alên kesk, sor û zer yên "Na" xemilandin. Berî mîtîng dest pê bike, bi deh hezaran welatî li qadê kom bûn û bi alên “Hayır” û “Na” yên kesk, sor û zer qad xemilandin. Ji milên Rezan, Ofis û Balıkçılarbaşi bi deh hezaran hatin qadê û li qadê bûn sed hezaran. Gel bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi alên di destê xwe de kom bi kom û bi sloganan dimeşin qada mîtîngê. Girse piştî di nokteyên kontrolê yên polîsan re derbas bûn hatin qada mîtîngê. Li qada mîtîngê pankarta mezin a "Hayir” "Na" vekirin. Li qadê pankartên mezin ên “Ma tenê Serokê partiyekê nûnertiya hemû civakan dike?" “Meclîsa girêdayî dibe ma?" û “Daraza girêdayî dibe ma?" "Ev welat bi fermana tê bi rêvebirin?” vekirin. Ciwanan berî mîting dest pê bike qada mîtinge tije kirin û li qadê li ber muzîkê govend gerandin. Bi hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn bê navber siloganên “Bijî berxwedana zindana”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e" û “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Herîkîna hezaran a qada 5'ê Hezîranê berdewam dike. Girsê dîsa li dijî êrîşa DAÎŞ'ê ku di 5'ê Hezirana 2015'an de li dijî mîtînga HDP’ê pêk anîbû siloganên “Qatil DAİŞ, hevkar AKP” berz kirin. Piştî bi sed hezaran girse bi coşek mezin û rengên xwe li qadê kom bûn mîtîngê dest pê kir. Mîtîngê bi axaftina Heseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer dest pê kir. Piştre Koma Rosida ya muzîkê derket ser dikê û stran gotin. Piştî koma muzîkê Serokwekila Meclisa Tirkiye Pervin Buldan derket ser dikê û axaftin kir. Axaftina Buldan wiha ye: Gelê Amedê tu carî serî nedanî û dê tu carî serî netewîne. Em bi Amedê rûmetdar in. Silav ji gelê Amed, Botan û Serhedê re. Em dê silavên xwe piştî sindoq hatin vekirin ji Enqereyê re bişînin. Dê sibê referandum pêk bê. Hûn di vê hilbijartinê de wekîl û şaredaran hilnabijêrin. Hûn dê sibê pêşeroja xwe ya azadiyê diyar bikin. Dê sibê bibe rojek dîrokî. Hûn dê sibê ji zilmê, êşê, kedxwarî, înkar, îmha, tundî û hemû wêdekirinê re bêjin Na. Ev referandum herî zêde kurdan eleqeder dike. Di salek dawî de zulim nema ku AKP'ê li ser kurdan pêk neanî. Hemû cureyên zilmê li kurdan kirin. Em dê sipê peyamek mezin bidin Enqere. Em dê ji vê zilm û zordariyê re bêjin "Na" SOZA ERDOGAN DIDE WELAT ÎDAM E Serokomar bi awayekî aşkere dibêje. Soza îdamê dide gel. Ev yek tê tenê xwîn, kuştin û êşê bîne ser vê axê. Serokomar ji ber tenê li şer difikire soza îdamê dide. Çima dibêje îdam. Ji ber ku soz daye koalîsyonê. Tişta tenê ku AKP û MHP’ê bike anîna îdamê ye. Ev yek dê şer û tundiyê kûr bike. Dema li kolanan qedexeya derve hat îlankirin tişta ku AKP û MHP’ê bi hevre dubare kirin gotin "Em kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nahêlin. Dema kevir li ser kevir nehiştin û serî ji ser bedenan rakirin berxwedana milyonanan a li hemberî vê yekê ji bîr kirin. Wan dit ku li Sûr, Farqînê gelê kurd di ber xwe dide û serî natewîne. Berxwedana gel serî li ber wan netewand. Divê Enqere vê qadê bibîne. Niha hevserokên me yên HDP'ê, Hevşaredarên me û bi hezaran endamên partiya me dîl hatine girtin. Di vê pêvajoyê de bi sed hezaran girse li vir kom bûye. Divê Enqere vê peyamê rast bixwîne. Divê gelê Enqereyê jî vê berxwedanê baş bibîne. KURD DÊ DERSÊ BIDIN AKP'Ê AKP'ê ji bo kurdan bîne cem xwe soz da. Li ser êşên kurdan siyaset kir û kurd kişandin cem xwe. Kurdan çawa ku AKP kir îktîdar, dê AKP'ê ji îktîdarê daxin jî. Ji ber AKP'ê sozên xwe pêk neanî û kurd înkar kirin, kurd dê dersa herî mezin bide wan. Kurdan AKP kir îktîdar. Em soz didin ku yên ku dîsa AKP’ê ji îktîdarê daxin dê dîsa kurd bin. Ji ber ku êdî kurdan rastiya AKP’ê û zilma AKP'ê dît. Dema hûn sibê çûn ser sindoqê, Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, wekîl û hevşaredarên girtî, Sûrê, Cizîrê, Farqînê, Gever û Xerabê Babayê ji bîr nekin. Guhê xwe bidin wîcdanê xwe û dengê xwe bidin. Serokomar heta saeta dawî dîsa li pey xapandinê û hîleyane ku dengê kurdan ji wan bistîne. Gotin pereyên HDP’ê diçe Qendilê û derew kirin. Heman derew kirin û hevşaredarên me girtin. Nekarîbûn dizî û nelirêtiyên me bibînin û îspat bikin vê carê bêbextî kirin. Em dîsa ji Serokomar dipirsin ger ku tu vê yekê îspat neke tu dê îstîfa bike ya na? Sibê dema ku Na bi ser bikeve tu dê îstîfa bike ya na. JI AMEDÊ HETA ENQEER HÛN DÊ HESABÊ DARBEYAN KENGÎ BIDIN? Her kes behsa darbeya 15'ê Tîrmehê dikin. Lê piştî wê darbeyên nû dest pê kirin. Em li dijî hemû darbeyan in. Gotin yên bi hilbijartinê hatine dê bi hilbijartinê biçin. Lê bi darbeyan hevşaredarên me ji peywirê girtin. Hevserokên me girtin. Qeyûm ne darbe be çiye? Qedexeya derketina kolanan ne darbe be çiye? Em li Amedê ji Enqereyê dipirsin. Ev zilma hûn dikin ne darbe be çiye? Heta Birêz Abdullah Ocalan, wekîlên me û hevşaredarên me azad bibe em dê têkoşîna azadiyê berdewam bikin. GER CENAZEYEK JÎ JI GIRTÎGEHAN DERKEVE BERPIRSIYAR WEZÎRÊ DADÊ YE Mirovên me ji ber polîtîkayên we yên darbeyê li zindanan ketine greva birçîbûnê. Wan li dijî zilm û zextên we îsyan kirin. Li zindanan tenê dikarin bi bedena xwe bibin bersîv. Em hevalên xwe silav dikin. Ger ku cenazeyek jî ji zindanan derkeve berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Dadê ye. Em dixwazin hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin û bi lezgîn daxwazên girtiyan bibersiivînin. Em aştî, azadî, çareserî û demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin bi riya diyalogê çareser bibe. Em bawer dikin ku dê sibê bibe rojek xwe. Dê reya azadî, demokrasî, aştî û biratiyê veke. Em dê bi hevre bi ser bikevin. Piştî Pervîn Buldan Hunermend Suavî derket ser dikê û her kes dawetî rêzgirtina deqeyekê girt. Piştî rêzgirtinê bi stranên xwe girse coşand. Piştî suavî Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr jî derket ser dikê û gel silav kir. BAYDEMÎR: JI MAZLUM DOGAN HETA KEMAL KURKUT "Îro careke din li keleha aştî û azadiyê bi sed hezaran bûn yek. Berxwedana we bangawaziya azadî û hevrejiyanê ye. Ez ê neaxivim, azadiyê biqêrim. Bi taybetî ewil ez bibêjim ku duh salvegera qatlîama Enfalê bû. 200 hezar mirov hatin qetilkirin. Careke din ji MEle Mustefa heta Şêx Saîd, ji Sakîne heta Mazlum, ji şehîdên Kobanê heta Kemal Kurkut ez bejna xwe li ber şehidên Kurdistanê ditewînim. Keda sed hezarên ku qad tijî kirin dê vala neçe. 'DEMA DIÇIN SANDOQÊ ELÇÎ, JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ JI BÎR NEKIN' Ger ku zilm, pêkûtî, şîdet hebe azadiya me yekîtiya me jî heye. Sibehê tenê ne referandum e, di heman demê de dadgehek e. Dema ku em diçin ser sandoqan ya ku divê em ji bîr nekin nasname û kaxiza hilbijêriyê ye. Divê ev di destên me de bin. Lê yên ku li Sûr, Cizîr û Nisêbînê li odeyên mirovan nivîs nivîsandin jî ji bîr nekin. Serokê Baroya me qasîdê azadiyê Tahîr Elçî, ji bîr nekin bi xwe bikin. Kesên bajarên me bi tank û topan xira kirin ji bîr nekin. Dayika Taybet, bebika Mîray ji bîr nekin bi xwe re bibin. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Fİrat Anli û Gultan Kişanakê û xwîşk û birayên me yên hatine girtin ji bîr nekin. Mİrovên me yên li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin ji bîr nekin, di sandoqan de hesabê wan bipirsin. Dengê mohra we bila ji wan de bibe guhar. We bi ked û hewldaneke mezin ji bo ku hemû pirsgirêk bi riyên diyalogê bên çareserkirin we 80 parlamenter şand meclîsê. We astengî û bend ji holê rakir. Lê çavên wan têr nebû. Îradeya bi milyonan kesan nas nekirin. We benda ji sedî 10 derbas kir niha jî bendên din tînîn pêşiya me. Bi darbeyê ve benda ji sedî 10 derdixin ji sedî 50'î. Ji bo ku zimanê kurdan di rêveberiyê de cih negire vê yekê dikin. 'KUMÊ WE KET KEÇELÊ WE DERKET' Ez ji we dipirsim; Ev paketa 'gur û rovî ye'. Di vî paketê de têkîldarî cudatiyên me tu azadî tuneye. Bi dek û dolaban ve dibêjin qey îradeya gel bixapînin. Fersend di destê te ye Amed. Li ser darbeyê darbe dikin. Li Amedê dibêjin dema ez şaredar bûm mexdûr bûme, em bangî yên ku wisa dibêjin bikin; mexdûrbûna we ji aliyê vî gelî ve tê dîtin. Kûmê we ket keçelê we derket holê. Em dibêjin Na fêm nakin, em bibêjin Nê, em bibêjin La. 'FINDÊ DEREWKARAN DÊ HETA 16'Ê NÎSANÊ PÊKEVE' Tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê darbeye darbe. Îrade gel, gelê Amedê dê biçe ser sandoqan û li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariyên Yenîşehîr, Sûr, Peyas, Bismil, Farqîn, Licê, Pasûr, Pîran, Hênê, Karazê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibêjin Na. Li dijî îradeya milyonan bi darbe û hiqûqa dijminatiyê ve qeyûm tê tayînkirin. Dijmin hema dijmin e. 10 salan min li vir xizmet da. Derewan dikin. Dibêjin çavkaniya ji bo HDP'ê tê dayîn li dijî armancê tê bikaranîn. Bi gotina amediyan; derewîn... Findê derewînan dê heta 16'ê Nîsanê saet 17.00'an e. Ger ku vî îdiaya xwe îspat nekî du derewîn î. Li dijî polîtîkaya dar û gizer vî gelî serî netewand. Dê ji niha û pêve jî serî netewîne. 'GER KU ZILM HEBE DÊ BERXWEDAN JÎ HEBE' Dê deriyên bihevre jiyanê careke din bê vekirin û em ê bibin xwedî derfetên jiyana azad. Di sîstema ku ferz dikin de hem dibin dozger, hem dibin dadger hem dibin celad. Ji vî re jî dibêjin demokrasî. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ku îradeya 6 milyonan in bi mehan e girtî ne. Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a Balbay peye. Xwedî li vî dernakevin. Ji ber ku serokomar dibêje ew rojnameger dê dernekeve. Feraseta van a edaletê ev e. Rêveberî û perspektîfa qeyûm, bi kirasê dînan hewl didin bi rêve bibin. Dibêjin ev cografya qey dev ji xeyalên xwe berde. Ger ku zilm hebe li dijî wî berxwedan jî heye. 'EM WÊREKIYÊ JI RUHÊ GEL Ê BERXWEDÊR DIGIRIN' Dema ku benda ji sedî 50 ferz kirin paket bi pêkûtî û zorê dema ji sedî 50 derbas kir dê ji sedî 50'ên din çi be? Di qanûnên bingehîn ên berê de hebûna kurdan, nasnameya kurdan hat redkirin. Dawiya wî çi bû, îsyan. Sibehê li ser sandoqan em ê ji red, îkra û isyanê re bibêjin Na. Yên ku dibêjin Na wêrek in. Selahattîn Demîrtaş dibêje wêrekê têger e. Em ji ruhê berxwedêr ê vî gelî wêrekiyê digirin. Dema ku em biçin li ser sandoqan em ê ji polîtîya bêrûmetkirinê ya 2 sal in li ser me tê ferzkirin re bibêjin Na. Çi dibêje wezîr; dibêje dixwazin pişta xwe didin kîar diwarî bila bidin. Em ji kevneşopiya ji 4 diwaran tên Em ji kevneşopiya ku di 4 diwaran de hemû taritî çirandiye tên. Xwîşka Cemîle piştî 35 salan gihîşt Necoyê xwe. Ji bo alên Necoyan em bilind bikin gelê kurd careke din diçe ser sandoqan. Em ê sibehê biçin ser sandoqan û bibêjin Na."