Zarokê ku li ber lehiyê çû mir 2017-04-15 17:14:56 AGIRÎ - Li Tûtaxê zarokê 3 salî yê ku li ber lehiyê çû mir. Li gundê Bulutpinar ê Agiriyê, zarokê 3 salî yê ku li ber lehiyê çû, mir. Li gor agahiyên bi dest ketin, zarokê 3 salî yê navê wî nehat zanîn dema ku ji bo lîstikê bilîze derket derve, li ber lehiyê çû. Piştî lêgerînên niştecihên gund cenazeyê zarok hat dîtin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tûtaxê.