Ji ber parvekirinên civaka medyayî 14 kes hatin girtin 2017-04-15 17:28:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Semsûr, Mûş û Agiriyê ji ber parvekirinên civaka medyayî 14 kes hatin girtin. Her wiha li îdirê jî bi heman tawanbariyê 9 kes hatin binçavkirin. Ji ber parvekirinên civaka medyayî 14 kes hatin girtin. Li Semsûrê 3 roj berê polîsan bi ser malan de girt û bi îdiaya bi parvekirinên civaka medyayî "Propagandaya rêxistinê" kirine 4 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan, 4 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Endamê SES'ê Riza Gurbuz û Endamê Tum Bel Sen'ê Kazim Gultekin ên bi heman îdiayê sewqî edliyeyê hatin kirin bi "Şertê venêrîna edlî" serbest hatin berdan. Rêveberê DBP'a Semsûrê Erdal Sertbaş û xwendekarê Zanîngeha Semsûrê Ferhat Kaganaslan jî bi heman hincetê hatin girtin. Kesên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê. MÛŞ Li gundê Hancagiz ê Milazgira Mûşê jî di nava hefteyê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 9 jê piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadedayîna li dozgeriyê, bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kirine" sewqî dadgehê hatin kirin. dadgehê 2 kes berdan û der barê 7 kesan de jî biryara girtinê dan. Kesên hatin girtin şandin girtîgehê. Her wiha kesek jî piştî îfadedayîna li muduriyeta polîsan hat berdan. AGIRÎ Li Bazîda Agiriyê di 10'ê Nîsanê de bi awayekî hevwext bi ser gelek malan de hati girtin û di serdegirtinan de 4 ke shatibûn binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Bazîdê hatin kirin. Dozgeriyê her 4 kes bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî biryara girtina her 4 kesan dan û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê. Her wiha duh jî li bajêr Endamê Meclîsa Şaredariya DBP'î Faruk Kara bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. ÎDIR Li Îdirê jî bi îdiaya bi parvekirinên xw eyên civaka medyayî "Propagandaya rêxistinê" kirine 9 kes hatin binçavkirin.