Li Mêrdînê xebatên referandûmê heta kêliya dawî jî berdewam kirin 2017-04-15 17:36:23 MÊRDÎN-Heta roja dawî ya referandumê jî HDP gund bi gund geriya û 'Na' yê ji gel re vegot. Îro jî heyeta HDP'ê serdana navçeya Kerboranê ya Mêrdînê kir. Heyeta HDP'ê ya ku parlementerên HDP'ê Erol Dora, Alî Atalan jî di nav de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, li gundên Xelîliyan û gundê Dêwan geriyan û der barê xwedî derkertina li deng û sindoqan de gel agahdar kirin. Di dema gera heyetê de belavokên ku 'Na' yê vedibêjin li gel hatin belav kirin. Di dema serdana gundan de bi taybet jin û zarokan eleqeyekî mezîn nîşanî heyetê da.