Îdiaya ku dê mudaxileyî girtiyên li Girtîgeha Şakranê bikin! 2017-04-15 17:54:42 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdroveger a girtiyan di roja 60'emîn de ye. Her wiha hat îdiakirin ku dê îdareya girtîgehê mudaxileyî girtiyên di greva birçîbûnê de ne bike. Li girtîgehan girtiyên PKK û PAJK'î bi daxwaza "azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dawîlêanîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" dest bi grevên birçîbûnê kiribûn. Li girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê di roja 60'emîn de jî didome. 'DÊ DI BIN NAVÊ VENÊRÎNA TENDURISTIYÊ DE MUDAXILEYÎ GIRTIYAN BIKIN' Girtiyê bi navê Abdulbari Yildirim ê li Beşa T2'yan a Girtîgeha Şakranê tê ragirtin îro li malbata xwe geriya û ragihand ku, li girtîgehê her diçe rewşa girantir dibe, ji devê hin girtiyan xwîn tê û bi awayekî zêde zihîf dibin. Yildirim, ragihand ku îdareya girtîgehê ji wan re gotiye ew ê di bin navê venêrîna tenduristiyê de mudaxileyî girtiyên di gerva birçîbûnêd e ne bikin û xwest raya giştî hay ji vê rewşê hebe. 'YA HÛN XWEŞIKÎ DEV JÊ BERDIN AN JÎ EM Ê RIYEKÊ JÊ RE BIBÎNIN' Li gor agahiyên malbatên ku çend roj berê hevdîtin bi xizmên xwe re kirin, mudurê Girtîgeha T2 a Şakranê ji girtiyên di greva birçîbûnê re wiha gotiye: "Ya hûn ê xweşikî dev jê berdin an jî em ê riyekê jê re bibînin." BURCU ÇELİK OZAKAN: ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ DIBE KU MUDAXILEYA TIBÎ BÊ KIRIN Parlementera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik Ozakan, anî ziman ku wan têkildarî mijarê bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin çêkirine û got, rayedarên girtîgehê ragihandine ku ji ber girtî bi awayekî zêde zihîf dibin, dibe ku ew di warê tibî de mudaxile bikin. Ozakan, anî ziman ku ew nizanin dê mudaxileyek çawa bê kirin û got, hewldanên wan ên bi îdareya girtîgehê re didomin. BULDAN: LI GIRTÎGEHA T3'YAN AMADEKARIYÊN MUDAXILEYÊ HENE, WEZÎRÊ DADÊ BERSIVA TELEFONÊN ME NADE Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan a têkildarî mijarê hewl dide xwe bigihîne Wezîrê Dadê, anî ziman ku agahiyên ku li Girtîgeha T3'yan amadekariyên ku dê mudaxileyî girtiyan bikin bihîstine, lê belê têkildarî mijarê ew li Wezîrê Dadê digerin, lê bersiva telefonên wan nayê dayîn.