Du zarok ev 23 roj in bi dayîkên xwe re di bin çavan de ne 2016-11-29 15:41:43 ANTALYA - Di nava kesên ji malbata Yakut a ku piştî serdegirtinên malan ên li Antalyayê hatin binçavkirin, zarokek 5 mehî û zarokek yeksalî ev 23 rojin bi dayîkên xwe re di bin çavan de ne. Ji mmalbata Yakut ku polîsan di 6'ê Mijdarê de bi ser malan wan a li taxa Guneş a Kepeza Antalyayê de girtin 9 kes hatin binçabkirin. Ji 9 kesên ku hatine binçavkirin 2 ji wan zarokin. Zaroka bi navê Roza û hêj 5 mehî ye bi dayîka xwe Ayşe Yakut, zarokê bi navê Diyadîn a 1 salî bi dayîka xwe Zozan Yakut, bi ferdên malbatê yên din Hasan Yakut, Abbas Yakut, Abdulkerîm Yakut, Ferman Yakut, Hadiye Yakut re di bin çavan de ne. Zarokên ku ev 23 rojin di bin çavan de ne, bi dayîk û xizmên xwe yên din re hat zanîn li fabrîkaya berê ya pîlan tên girtin. Nehat zanîn ku ferdên malbatên bi kîjan hincetê hatine binçavkirin û li ser dosyayê jî biryara "veşartî" hatiye danîn.