Saziyên kurdî girtin, TUGVA ava kirin û dest bi dersên Osmanî kirin! 2017-04-16 08:55:24 ŞIRNEX - Şaxa Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) ya Silopiyayê ku wek weqfeke nêzî AK Partiyê tê zanîn, di çarçoveya xebatên xwe yên bişvftina ciwanan de, li navçeya Silopiyayê dest bi dayîna dersên Osmanî kir. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê piştî ku Şaxa Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) hat vekirin, hemû saziyên dewletê ji bo xebatên vê weqfê bi awayekî serferî ketin nava liv û tevgeran. Ji bo cihê TUGVA'yê destpêkê bêyî ku îhale were kirin, Saziya Çand û Hunerê ya Şaredariya Silopiyayê ku bi tayînkirina qeyûm hat desteserkirin, hat amadekirin. LI BAJARÊ KURDAN QURSA OSMANÎ! Ev weqfa ku wek weqfeke nêzî AK Partiyê tê zanîn, hemû xebatên xwe li gor polîtîkayên AK Partiyê bi rê ve dibe û di vê çarçoveyê de li bajarekî ku ji sedî sed kurd lê dijîn dest bi xebatên bişavtinê kiriye. Piştî ku Serokomar Erdogan qala fêrbûna zimanê Osmanî kir, vê weqfê jî li Silopiya dest bi qursên Osmanî kir û di rûpelên xwe yên tora civakî de reklama qursên xwe dike. TUGVA ÇÎ YE? Ev weqfa ku navenda wê li Stenbolê ye bi giştî li 33 bajaran û gelek navçeyan şaxên wê hene û kesên ku di rêveberiya wê de cih digirin hemû nêzî AK Partiyê ne. Piştî ku bi hevkariya AK Partiyê û Cemaeta Fethullah Gulen alozî derketin ev weqf derket pêş û bi alîkariyan xebatên xwe bi rê ve dibe. Her wiha kurê Erdogan, Bilal Erdogan di Lijneya İstîşareyê ya Bilind a TUGVA'yê de cih digire. LI BAJARÊN KURDISTANÊ TUGVA Piştî ku di 29'ê Cotmeha 2016'an de saziyên ku der barê zimanê Kurdî de xebat bi rê ve dibirin û bi KHK'yê hatin girtin, saziyên weke TUGVA'yê yên nêzî AK Partiyê li gelek bajarên kurdan xwe bi rêxistin kirin. Li bajarên weke: Semsûr, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Wan, Dêrsim, Êlih, Îdir û Şirnexê şaxên vê weqfê hatine vekirin.Her wiha li gelek navçeyên van bajaran jî şaxên TUGVA'yê hatine vekirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyên vana bajaran û navçeyan hatin kirin, hema bêje her xizmetê ji bo TUGVAYê dikin.