Leşker û cerdevanan peywirdarên sandoqan tehdîd kirin 2017-04-16 09:41:30 WAN - Li taxa Xoşapê ya navçeya Payîzavayê leşker û cerdevanên hatin Dibistana Seretayî ya Guzelsuyê bi çekan ketin polên ku deng tên avêtin, peywirdarên sandoqan tehdîd kirin. Li taxa Xoşapê ya navçeya Payîzavayê ya Wanê cerdevanên hatin Dibistana Seretayî ya Guzelsuyê bi çekan ketin polên ku deng tên avêtin, peywirdarên sandoqan tehdîd kirin. Li dibistana ku serê sibehê dengdanê dest pê kir piştî demeke leşker û cerdevan hatin dibistanê ketin polan, nasnameyên welatiyên kontrol kirin peywirdarên sandoqan ên ku karê xwe dikirin asteng kirin. PEYWIRDARÊN SANDOQAN TEHDÎD KIRIN Leşker û cerdevanên ku îtirazên serokên lijneya sandoqan ên ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) jî guhdar nekirin, berê çekên xwe dan peywirdarên sandoqan ên ku xwestin muxadeleyê rewşê kirin û tehdîd kirin. Leşker û cerdevanan bi gotina "Bila hilbijartin bi dawî bibe hûn ê bibînin" "Em ê dibistanê bi ser we de hilweşînin" peywirdarên sandoqan tehdîd kirin û ji welatiyekî jî xwestin dengê "Erê" bide. Hate hinbûn ku welatiyên ku hatin dibistanê û leşker û cerdevan dîtin deng bi kar neanîn û ji dibistanê çûn.