Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu dengê xwe bi kar anî 2017-04-16 09:57:45 STENBOL - HEvberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu yê li Uskudarê dengê xwe bi kar anî wiha got: "Em ji bo Tirkiyeyekî bê OHAL, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dibêjin Na." Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu li Dibistana Seretayî ya Şemsî Paşa ya Uskudara Stenbolê di sandoqa hejmar 1025'an de dengê xwe avêt. Hamzaoglu yê dengê "Na" bi kar anî wiha got: "Ger uk îro me bi beşdariya ji sedî 85 biçin ser sandoqan bawer dikim ku dê Na tekane tercîha rewa ji sandoqan derkeve. Ji ber ku yên ku OHAL'ê dixwazin dibêjin Erê. Ji ber vê yekê jî Na bi tena serê xwe encameke rewa ye. Yên ku dibêjin Erê gotin ew ê cezaya darvekirinê bînin. Em ji bo Tirkiyeyeke bê OHAL, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dibêjin Na."