Ji nava enqazan çûn ser sandoqan 2017-04-16 10:16:26 COLEMÊRG - Li Geverê welatiyên ku di dema qedexeya derketina derve ya 79 rojan berdewam kir de taxên wan hatin xirakirin serê sibehê ji nava enqazan derketin û ji bo dengê xwe bavêjin ketin ser riyan. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di dema qedexa derketina derve ya 79 rojan berdewam kir de taxên wekî Cumhuriyet, Gungor, Maxsudavayê hatin xirakirin welatî ji bo ku serê sibehê dengê bavêjin ketin li ser riyan. Welatiyên ku di nava enqazan de jiyana xwe ji nû ve înşa kirin serê sibehê kom bi kom diçin taxên ku sandoqên wan hatine veguhastin. Welatiyên ku malên wan hatine xirakirin û li bajar, navçe û gundên derûdorê bi cih bûne û xwendekarên zanîngehan jî diyar kirin ku ji bo dengê xwe bi kar bînin hatine û bal kişandin li ser girîngiya bikaranîna dengan.