Li ber sandoqan rêz çêbûn, tevlîbûn dê zêde be 2017-04-16 10:29:49 ENQERE - Ji bo referandumê welatî dihekirin li ser sandoqan. Piştî ku serê sibehê sandoq hatin vekirin li ber sandoqan rêz jî çêbûn. Ji bo referanduma guhertina qanûna bingehîn a ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e welatî diherikin li ser sandoqan. Bi taybetî jî li bajarên rojava welatî diherikin ser sandoqan. Li Enqereya ku di heman demê de bajarekî memûran e ji destpêka bikaranîna dengan li ber sandoqan rêz çêbûn. Peywirdarên sandoqan diyar kirin ku care yekem e ku di saetên serê sibehê de evqas eleqeyeke zêde heye. Ev jî wekî radeya zêda ya beşdarbûnê tê nirxandin. Li aliyê din ligel Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê otobus bêpere kiriye jî bi taybetî cihên ku muxalîf zêde e hejmara wesayîtan hatin kêmkirin û li rawestgehan welatî kom bûn.