Wekîlên HDP'ê deng dan: Bila deriyê xêrê veke 2017-04-16 11:42:17 ENQERE/STENBOL - Wekîlên HDP'ê Dirayet Taşdemir, Sirri Sureyya Onder, Nadir Yildirim û Ertugrul Kurkçu û Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Wekîlan xwest encama wê bi xêr be û bibe wesîleya azadî û demokrasiya welat. Wekîlan xwest ev hilbijartin derê xêr û azadiyê veke. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Berdevka Koma Jinan a HDP'ê Dirayet Taşdemîr û parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Nadir Yildirim û Ertuğrul Kurkçu li semta Dikmenê ya Enqereyê dengê xwe avêtin. Wekîlan li dibistana Navîn a Necla Kizilbag dengê xwe avêtinê. Wekîlan dema deng avêtin sindoqê gotin bila "Bi xêr be" Berdevkê HDP'ê Baydemir, dema deng avêt sindoqê got: "Bila bi xêr bibe û bibe wesîleya xêrê. Bila di encamê de azadî û demokrasî bi ser bikevin. Bila aştiyek bi rûmet pêş bikeve. Bila bibe rojek ku qet pevçûn û alozî dernekeve û bibe wesîleya xêrê. Pêdiviya wî welatî bi xêrê û xweşiyê heye. Bila deriyê xêrê li vî welatî veke. Em hêvî dikin xêr, azadî û demokrasî bi ser bikeve. " Wekilên HDP'ê piştî dengê xwe dan çûn navenda HDP'ê. Serokwekîla Koma HDP'ê û parlamentera Stenbolê Filiz Kerestecioglu jî li Lîseya Teknik û Pîşeyî ya Anadolu ya Muhsin Adil Binal a Kadikoyê dengê xwe da. Kerestecioğlu, xwest 17'ê nîsanê aştî, aramî û xweşiyê bîne tevahiya Tirkiyeyê û wiha got: "Îro erê jî û na jî derkeve bila kes nekeve nava şokê. Bila her tixt bi xêr be. Bi heviya ku bibe wesîleya xêran. Ev hilbijartin li hemû xelatiyan bi xêr be."