Turk: Hêvîdar im ev bibe wesîleya xêr û xweşiyê 2017-04-16 12:05:44 MÊRDÎN- Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li taxa Mensûriyê dengê xwe bikar anî û got ku bila dengê wî bibe wesîleya xêr û xweşiyê. Hevşaredarê Bajarê Mezîn ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji kar hate durxistin li taxa Mensuriyê ya Mêrdînê Dibîstana Navîn ya Yalimkoyê sindoqa 1200 dengê xwe bikar anî. Dema Ahmet Turk dengê xwe bikar anî axaftinek kurt kir û got ew hêvîdar e dengadayîn bibe wesîleya xêr û xweşiyê.