Serhediyan guh nedan berf û baranê û çûn ser sandoqan 2017-04-16 12:35:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Serhedê jî ligel sermayê welatî kom bi kom diçin ser sandoqan. Ligel berf, baran û heriyê welatî çûn dibistanan dengê xwe bi kar anîn, hin welatiyan jî bi wesayîtên xwe ve welatî birin ser sandoqan. WAN Li Wanê welatî serê sibehê hatin ser sandoqên ku dengê xwe bavêjin li ber dibistanan bûn rêz. WElatiyên ku wesayîtên wan hebû li taxan geriyan û gel anîn ser sandoqan. Ji parlamenterên bajar Bedîa Ozgokçe Ertan li Lîseya Kazim Karabekîr, Lezgîn Botan li Dibistana Seretayî ya Mehmetçîk Selenê dengê xwe avêtin. 'GEL DÊ BERSIVA RAST BIDE' Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ya ku 18 mehan girtî me û beriya hefteyeke hate berdan li taxa Altinboga denê xwe avêt. Bagci piştî dengê xwe avêt diyar kir ku referandum dê pêşeroja welat diyar bike û wiha got: "Ji bo welatekî demokratîk cudabûna di navbera hêzan de esas e. Lê qasî ku em dibînin bi guhertina ku tê xwestin bê kirin ve ev ji holê tên rakirin, ev mirovan dixe fikaran. Gelê Qelqeliyê wekî her carê dê di vî hilbijartinê de ji bo aştî û welatekî demokratîk çi pêwîst be wî bersivê bide." BINPÊKIRIN Û TEHDÎD Hate hînbûn ku li Dibistana Navîn a Gazî Ertugrul a navçeya Artemêtê di sandoqa 1067'an de polîsan bi zorê dengê "Erê" dane bikaranîn. Di navbera peywirdarê HDP'ê û polîsan de li ser vî nîqaş derketiye û polîsan bi gotina "Tu karê pê xwe neyne, dengê xwe dernexîne" gef xwariye. Li Dibistana Seretayî ya ya Yunus Emre di sandoqa hejmar 1203'an de 53 pusuleyên dengan kêmbûye, li Dibistana Seretayî ya TOKÎ'yê ya Erekê jî peywirdarên sandoqan ên HDP'ê bêsedem bi zorê derxistin derve. Li Dibistana Seretayî ya Hacibekîrê ya taxa Xaçortê 2 zarokên li ber distanê bûn ji aliyê polîsan ve bi zorê li wesayîta zirxî hatin siwarkirin û hatin derbkirin. Li Dibistana Seretayî ya Ozyegînê ya nevçeya Erdîşê jî peywirdarên HDP'î negirtin dibistanê û li taxa Partaşê peywirdarê AKP'î ji bo gel dengê "Erê" bi kar bîne gel tehdîd dike. Li navçeyê biryara veguhastina sandoqan ligel ku berê hatibû betalkirin jî sandoq tênv eguhestin. Ji taxên navborî li taxa Anzafê sandoq birine taxa Cangoranê. Rêveberên HDP'ê yên îtirazî vê yekê kirin jî ji bo wan bersiva "ev biryar serê sibehê hat girtin" hat dayîn. Li navçeya Qelqeliyê jî Midûrê Emniyetê yê Navçeyê yê hate Dibistana NAvîn a 3 Nîsanê bêyî hincetê nîşan bide peywirdarê HDP'ê derxist derve. AGIRÎ Li navçeya Zêdikanê ya Agiriyê hate îdiakirin ku keya li gundê Toprakkaleyê û li navçeya Avkevirê jî li gundê Bayramyaziyê keya ji bo welatî dengê vekirî bi kar bînin pêkûtiyan dikin. Hate îdiakirin ku bi zorê tercîha "Erê" bi welatiyan tê kirin. li navçeya Xamûrê jî li gundê Demîrkapiyê welatiyê bi navê Yakup Bîçen li şûna hemû kesên malbatê deng avêtiye. Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk ê li Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê di sandoqa 1143'yan de dengê xwe bi kar anî axivî û wiha got: "Ji bo welatê me ji bo Tirkiyeyê rojeke girîng e. Ji bo demokrasî û aştiyê bila bi xêr be." ÎDIR Li gundê Erhaci ya bi ser navenda Îdirê jî komeke ku karta danasînê ya AKP'ê li xwe ve kirine bi zorê hewl didin ku welatî dengê "Erê" bavêjin. Ji ber ku serokê sandoqê û peywirdaran îtirazî vê kirine rastî êrîşa komê hatine. BEDLÎS Li navenda Bedlîsê jî ligel qedexeyê wesayîta AKP'ê ya hilbijartinê li taxan xebatê dimeşîne. Ji wesayîtê stranên hilbijartinê tên stran. Balkeş e mudaxaleyî vê yek3e nehat kirin. QERS Li gelek gundên bi ser navçeya Dîgorê ya Qersê ji ber ku welatiyên kal û pîr nikarin deng bi kar bînin dengên wan hatine betalkirin.