Amedî eleqeyeke mezin nîşanî sandoqan didin 2017-04-16 12:47:58 AMED - Li Amedê welatî eleqeyeke mezin nîşanî sandoqan didin ligel hin astengiyan jî diherikin ser sandoqan. Di referanduma ku hemû bal li ser Amedê ye de welatî serê sibehê berê xwe dan sandoqan. Li navçeya Sûrê ya ku qedexeya derketina derve ya herî demdirêj berdewam kir sandoqên ku 6 taxên ku hê jî qedexe ye ji ber ku dengên taxan li taxên din e ji bo dengên xwe bavên çûn wan deran. Li navçeyê li ber deriyê her dibastenê wesayîtên zirxî hatine bi cihkirin, li hundirê dibistanan jî polîs digerin. Li hin dibistanan jî peywirdarên HDP'ê demeke hatin astengkirin. Lê piştî ku parêzeran mudaxale kir û pirsgirêk ji holê hate rakirin. Li Dibistana Seretayî ya Zîya Gokalpê ji ber ku dengên bêmohr hatine bikaranîn girtek hate girtin. Heyeta Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) a ku ji bo çavdêriyan li Amedê ne jî negirtin Dibistana Seretayî ya Îskenderpaşa. Heyeta ku hate astengkirin kete nava hewldanan. Welatiyê 80 salî yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî dihat dermankirin jî bi ambulansê birin Dibistana navîn a Tevfîk Fîkret li wir dengê xwe bi kar anî. Li navçeya Peyasê ya Amedê jî beşdariyeke rekor heye. Li semtên Dîclekent û Huzurevlerî gel herîkin ser sandoqan. Welatiyên ku dengê xwe bi kar tînin bi nîşaneyên serkeftinê ji sinifan derdikevin. Hin welatî bi zarokên xwe yên biçik ve hatin, nexweş û kal û pîr jî bi alîkariya zarokên xwe ve hatin ser sandoqan. Li anvçeya Rezan jî welatî serê sibehê zû çûn ser sandoqan. Hilbijêr bi malbatî çûn ser sandoqan. Li navçeya Erxaniyê jî polîsên li Dibistana Navîn a Cumhuriyetê nexwestin peywirdarên HDP'î bigirin hundir. Polîsan kartên muşahîdên HDP'ê kom kirin û ji dibistanê derxistin. Piştî hewldanan muşahîd careke din girtin hundir. Li navçeya Yenîşehîrê jî ji ber gundê Farî ya parlamenterê AKP'ê Ebubekîr Bal e ji bo dengên vekirî bên bikaranîn pêkûtî li welatiyan tê kirin. LI DERSIMÊ REKOR Li Dersim a ku 60 hezar û 789 hilbijêr hene ji bo dengan 470 sandoq hatine danîn. Welatî dengên xwe bi kar tînin. Li Dersîma ku tê gotin hejmareke rekor a "Na" derkeve dengdan berdewam dike. Li Sêrtê jî li ber deriyê her dibistanê polîs kontrola nasnameyan dikin.