Malbatên Roboskê di bin dorpêça leşker û cerdevanan de çûn ser sindoqan 2017-04-16 12:58:56 ŞIRNEX - Malbatên Roboskê li Roboskê di bin dorpêça leşker û cerdevanan de çûn ser sindoqan. Li Roboskê malbatên Roboskê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer bombe li ser wan barandin û 34 xizmên wan qetil kirin, di bin dorpêça leşker û cerdevanan de diçin ser sindoqan. Dayika Serhat Encu Halime Encu anî ziman ku ev roja wan e û ew dixwazin di vê rojê de bêyî zext û zordarî çin ser sindoqan û bi aramî dengê xwe bidin. Malbatan xwest her kes biçin ser sindoqan û êdî dawî li vê zilmê binin. Encu, anî ziman ku dê teqez bi ser bikevin. Malbatan anîn ziman ku di bin dorpêça leşker û cerdevanan de diçin ser sindoqê dengê xwe davêjin û di bin zextan de ne.