Ji Girtîgeha Şakranê: Ji rewşekî neyînî îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê berpirsyar e 2017-04-16 14:36:17 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa T2 a Şakranê ji girtiyan Necdet Kaya diyar kir ku îdareya girtîgehê xwestine çalakiyê bi dawî bikin û wiha got: "Derveyî îradeya me mudaxaleyekî tibê em qebûl nakin. Ji rewşekî neyînî dê îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê berpirsyar e." Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 61'emîn de ye. Girtiyên li Girtîgeha T2 a Şakranê dimînin îro bi telefonê malbatan re axivîn. Ji girtiyan Necdet Kaya diyar kir ku îradeya girtîgehê ji wan re gotiye ger ku çalakiyê bi dawî nekin dê bi zorê bibin revîrê û mudaxaleya tibî bikin. Kaya got ku ew ê tu caran vî nêzîkatiyê qebûl nekin û wiha axivî: "Îdareya girtîgehê got ku rewşa me ya tenduristiyê hatiye asta xetereyê û ji ber vê yekê jî biçin revîrê û greva birçîbûnê bi dawî bikin. Me ji îdareyê re got ku em ê tu caran vî nêzîkatiyê qebûl nekin. Em ê tu caran vî nêzîkatiya girtîgehê qebûl nekin û li hemberî van pêkanînên kêfî li ber xwe bidin. Ger ku rewşeke neyînî derkeve dê îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê, raya giştî ya xemsar nêzîk bibe berpirsyar e. Em tu caran mudaxaleya li dijî îradeya me qebûl nakin. Divê raya giştî bihistiyar be."