Cerdevanan destûr nedan sindoqê dînin 2017-04-16 14:49:09 AMED - Li Gundê Cirnêkê yê Navçeay Sûrê piştî cerdevanan diyar kirin ku dê li şûna hevserên xwe deng bidin, destûr nedan ku sindoq bê danîn. Li gundê Çinikê yê Sûra Amedê piştî cerdevanan xwest li şûna hevserên xwe deng bikar bînin, peywirdarên sindoqê yên HDP'ê destûr nedan. Li ser vê yekê niqaş derket. Di encama niqaşan de sindoq nehat avakirin. Peywirdarên sindoqan xwestin her kes li şuna xwe deng bavêje û li ser vê yekê niqaş derket. Ji ber li hev nekirin sindoq nehat avakirin. Li gundê ku 120 hilbijêrên wi hene hêj tu kesî dengên xwe neavêtine sindoqê. Di hilbijartian 1'ê Mijdara 2015’an de HDP 92, AKP, 8 deng derxistibû.