Der barê Balûken de 'muebbeta giran' hat xwestin 2016-11-29 17:35:28 ÇEWLÎG - Der barê Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken de bi daxwaza "muebbeta giran" doz hat vekirin. Dosye bi daxwaza yekkirinê ji Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re hat şandin. Der barê Serokwekîlê Koma HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken de, bi daxwaza muebbeta giran û 15 sal cezayê hepsê doz hat vekirin. Di daxuyaniya nivîskî ya bi îmzeya Serdozgerê Komarê ya Çewlîgê Ahmet Bektaş de, hat diyarkirin ku destnedayîna Îdrîs Balûken ji aliyê TBMM'yê hatiye betalkirin, di çarçoveya lêpirsîna amadekariyê de, hemû kirariyên lêpirsînê û kêmaniyên wê hatine temamkirin. Daxuyaniya Serdozger Bektaş wiha ye:"Di der barê gumanbar de, di 18/11/2016'an de bi tawanbariyên wek; Xerakirina Yekîtî û Yekpareyiya Dewletê û Welat, Endamtiya Rêxistina Terorî ya Çekdarî, Propagandaya Rêxistina Terorî, Bêyî Çek Beşdarî Civîn û Xwepêşandanên Derqanûnî Bûye û Li Gel Hemû Îhtaran Jî Belav Nebûne, ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çewlîgê doza cemaweriyê hatiye vekirin. Ji ber doz ji aliyê dadgehê ve hatiye qebûlkirin û ji ber hin sûcên îstînadî gumanbar tên kirin, li bajarê Amedê pêk hatine, Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî der barê gumanbar de doz vekiriye. Ji bo yekkirina van dosyeyan, der barê dosyeyê de Biryara Bêselahiyetê hatiye dayîn û dosye ji ber sûçên Terorî yên Amedê ji Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re hatiye şandin."