Keya li şûna gundiyan deng da 2017-04-16 15:11:31 ŞIRNEX - Li gundê Eleqemiş yê navçeya Hezexê hat diyarkirin ku keyayê gund Î.A. nasnameyê welatiyan kom kirine û bêyî vîna wan deng bi kar anîye. Li gundê Eleqemîş yê naçeya Hezexa Şirnexê hat diyar kirin ku ku keyayê gund İ.A. û xizmên wê yên cerdevan nasnameyên gelek welatiyan kom kirine û li ser navê wan deng bi kar anîne. Jineke ji gund ku nexwest navê xwe bide ragihand ku keya û cerdevanên gund gef li gelek malbatan xwarine û nasnameya kesên neçûne sindoqan jî berhevkirine. Heman welatî da zanîn ku keya û xizmên wî li ser sindoqê rawestiyane û wiha got: "Li gund cihê ku ji bo dengdayînê hatiye amadekirin rakirine. Kesên diçin ser sindoqê nasnameya xwe didin muxtar İ.A. û ew dengan bikar tîne. Li vir tu kes tune ye ku mudaxaleyî vê yekê bike. Ez neçûme ser sindoqê lê nasnameya min ji bavê min girtine û li cihê min deng bi kar anîne.”