Dengdana referandumê bi dawî bû 2017-04-16 17:10:41 ENQERE - Dengdana referandumê saet di 17'an de bi dawî bû. Hejmartina dengdana dest pê kir. Piştî ku li 32 bajaran saet di 16'an de dengdana referandumê bi dawî bû li 49 bajarên din jî dengdan saet di 17.00'an de bi dawî bû. Li tevahiya Tirkiyeyê 167 hezar û 140 sandoq hate danîn û 55 milyon û 319 hezar 222 hilbijêran dengên xwe bi kar anîn. Hate hînbûn ku beşdariya referandumê zêde ye. SANDOQ TÊN VEKIRIN Piştî ku dengdan bi dawî bû, sandoq dê bên vekirin, deng bên hejmartin, girtek bên girtin, zerf û hejmara hilbijêran bînin ber hev. Piştre jî zerf dê bên hejmartin û ev bên nivîsandin. Li gorî mezuetê ev dê li lênûska girtekê bên nivîsandin. Di heman demê de îtirazên bên kirin karên hejmartina dengan dê nede rawestandin. Piştre pusulayên dengan ên bikin hundirê torbeyan, li gorî hejmara zerfên ji sandoqan bên derxistin derbasî girtekan bikin. Hejmara dengan û encam derbaskirina cetwelên bi dawî bû serokê lijneya sandoqan dê bi dengeke bilind encaman aşkera bike. Piştre jî deng dê bi torbeyan ji aliyê 2 endamên lijneya sandoqan ve dê bibin lijneya hilbijartinê ya navçeya girêdayî.