Ji HDP'ê bangawazî: Sandoqan neterikînin 2017-04-16 18:11:24 ENQERE - HDP'ê têkîldarî hejmartina dengan a ku berdewam dike bangawazî kir û xwest encamên bên şopandin û sandoqan neterikînin kir. Di referandumê de hejmartina dengan berdewam dike. HDP'ê bang li peywirdarên sandoqan kir û xwest sandoqan neterikînin. Di daxuyaniya ku ji aliyê HDP'ê hat kirin de hat gotin ku heta ku encamên sandoqan diyar nebin neyên terikandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hevalên me yên peywirdarên sandoqan in heta ku encam neyên diyarkirin, ji Navenda Giştî agahî nede em sandoqan neterikînin."