Li bajarê 82'emîn ê Tirkiye 'Na' ji sedî 80 ye 2017-04-16 19:04:16 ENQERE - Li Girtîgehan grev di roja 61'an de berdewam dike. Li Girtîgehan girtî û hikumxwaran ji sedî 80 got "Na". Ji martina dengan a encama referandumê didome. Li tevahiya girtîgehên Tirkiye ji sedî 92 sindoq vebûn. Li gorî vê rêjeyê ji sedî 19.61, gotin "Erê" ji sedî 80.39, jî gotin "Na". Ji sedî 1.7 jî nehatin hesibandin. Li tevahiya Tirkiye li girtîgehan 210 hezar girtî hene. Nifûsa girtiyên li Girtîgehan bajarê Artvin (168 hezar), Sinop (205 hezar), Bayburt (90 hezar) Gumuşhane (172 hezar), Bartin (192 hezar),Erdexan (98 hezar), Îdir, (192 hezar) derbas dike û wekî bajarê 82'emîn tê zanîn.