Stenboliyan bi beroş û sênîkan hikûmet şermezar kir 2017-04-16 22:32:23 STENBOL - Li navçeyên Şîşlî, Beşîktaş û Kadikoyê yên Stenbolê gel encama referandumê bi beroş, kevçû û sêniyan şermezar kir. Welatiyan bi lêdana beroş û kevçiyan xwest hikûmet îstîfa bike. Gelê navçeyên Beşîktaş, Kadikoy, Şîşliyêû gelek navçeyên din ên Stenbolê li dijî encama referandumê derketin kolan û ewyanên xwe û bi beroş, kevçî û yendokan encama referandumê şermezar kirin. Gelên ku bi kevçiyan li yendok û beroşan xist xwest hikûmet îstîfa bike. Welatiyên li Beşiktaşê daketin kolanan jî pankarta "Gel bi ser ket" vekirin.