Polîtîkayên Sûriyeyê encama hilbijartina Hatayê diyar kir 2017-04-17 14:46:31 HATAY - Li Hatayê encama referandumê ji sedî 54,37 "Na" derket. Gel diyar kir ku polîtîkayên Tirkiye yên li ser Sûriye bû sedema vê encamê. Di nava bajarên Tirkiye de herî zêde li Hatayê dengê îktîdarê daket û ji sedî 20 deng winda kir. Di nava bajarên Tirkiye de herî zêde Hatay ket bin bandora şerê Sûriyeyê. Piştî polîtîkayên Tirkiye yên li ser Sûriye li Hatayê ji sedî 54,37 ji AKP'ê re got "Na" Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de dengê AKP û MHP'ê ji sedî 55,5 bû. lê di vê hilbijartinê de AKP û MHP daket ji sedî 43,63'an. Li navçeya Reyhanli ya Hatayê piştî di sala 2013'an de bombe teqiya û komkujî pêk hat, gelê Hatayê êdî bi awayekî fîîlî ket nava şer. Piştî komkujiya li Reyhanliyê DAİŞ û El Nusra jî dest bi komkujiyan kir. Li bajarê ku elewiyên ereb zêde ne, gelek bawerî û welatiyên din jî li vir dijîn. Ji ber nasnameya xwe gelek dikeve bin bandora şer û êrêşîn DAÎŞ û komên cuda. Komên radîkal ên şerût vir wekî qad û boriya lojistik bikar tînin. Li vî bajarê ku herî zêde dikeve bin bandora êrîş û polîtîkayên komên şer û 15 navçeyên girêdayî wê vê carê dengê "Na" ji sindoqan derket. Li navçeay Defne ku herî zêde elewî lê dijîn, ji sedî 93,51, li navçeya Samandagê ji sedî 92,26, li navçeya Arsuzê ji sedî 76,21 dengê "Na" derket. Elewiyên li Hatayê tevan got "Na. Li navçeya Îskenderûn ku wekî navenda karker û kedkaran tê zanîn di hilbijartina 1'ê Hezîranê de ji sedî 56,7 AKP MHP deng girtibû. Di vê hilbijartinê de ji sedî 55,59'an dengê "Na" derket. Li Îskenderûnê ku herî zêde kurd lê dijîn, herî zêde daxwazên kurdan azadî, aştî û wekheviya heq û hiqûqê ye. Li navçeya Erzinê jî di hilbijartina 1'ê Mijdarê de ji sedî 59,4 AKP û MHP deng derxist. Di vê hilbijartinê de jî ji sedî 57,9 na" derket. Li navçeya Dortyolê jî ’AKP û MHP ji sedî 70 daket ji sedî 49,3’an. Li navçeya Reyhanli jî AKP û MHP ji sedî 84,6'an daket ji sedî 73,57’an Li navçeyên Altinozu, Kirikhan, Hassa, Kumlu jî AKP û MHP ji sedî 10 puan winda kirin. Hevserokê HDP'ê yê Hatayê Kerem Nalbant, diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên Tirkiye li ser Sûriye pêş dixe bandora neyînî li ser Hatayê kiriye û xwest Tirkiye dest ji vê polîtîkayê berde.