Parêzera bi girtiyan re hevdîtin pêk anî: Ji qirika girtiyan xwîn tê 2017-04-17 14:56:49 ÎZMÎR - Parêzer Fatma Demîrer a bi girtiyên li Şakranê di greva birçîbûnê de ne re hevdîtin pêk anî wiha got: "Ji qirika muwekîlê le Şîrvan Bîlîk xwîn tê. Ozkan Yaşar ji ber ku nikare biçe kontrola tenduristiyê ji merdîwanan nikare derkeve, xebatkarên tenduristiyê diçin. Zana Yaktin nikare bala xwe komî ser hev bike. Di girtiyên jin de pirsgirêka nabzê ya zêde û lêdana dil heye." Parêzer Fatma Demîrer a bi girtiyên li Şakranê 62 roj in di greva birçîbûnê de ne re hevdîtin pêk anî têkîldarî hevdîtinê agahî da. Demîrer diyar kir ku girtî nikarin bi rehetî tevbigerin û wiha berdewam kir: "Dema ku me hevdîtin pêk anî em dibînin ku di bihistin û fêmkirinê de cudabûn heye. Jibilî vê hişê wan diçe, serê wan diêşe, sîstema wan a xewê xirab bûye. Agahiyên bi vî rengî parve kirin. Mînak hêrî zêde 3 an jî 4 saetan radizên ev jî cidîbûna rewşê nîşan dide." BIJÎK: EW PIRSGIRÊKÊN MIN JÎ HENE Demîrer da zanîn ku bijîşk tenê 2 caran çûye kontrolê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebatakarên tenduristiyê tên. Ên ku em dibêjin xebatkarê tenduristiyê jî yan hemşîre ye yan jî teknîsyen e. Ew jî kîlo û nabza girtiyan digirin û diçin. Jibilî vê tiştekî nakin. Bijîşk bi taybetî li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyên rûmetşikandinê nîşan didin. Mînak dema ku girtiyên di grevê de ne pirsgirêkên xwe dibêjin bijîşk ew jî dibêje pirsgirêkên min jî hene. Ev ne li gorî etîka pîşeyî ye." 'JI QIRIKA GIRTIYAN XWÎN TÊ' Demîrer destnîşan kir ku dîsa rojname nayên dayîn û ev agahî da: "Her yekî wan refaqatkarek li cem wan e. Tiştên avî vedixwin. Divê enerjiya xwe biparêzin. Ew jî di ferqa vê de ne. Ji qirika muwekîlê le Şîrvan Bîlîk xwîn tê. Ozkan Yaşar ji ber ku nikare biçe kontrola tenduristiyê ji merdîwanan nikare derkeve, xebatkarên tenduristiyê diçin. Zana Yaktin nikare bala xwe komî ser hev bike. Dema ku dinivîsîne ji bîr dike, gote hevok nayê bîra min. Di t2 de dimîne. Di rûyê wî de birînek derketiye. Di girtiyên jin de pirsgirêka nabzê ya zêde û lêdana dil heye." Demîrer got ku di roja 10'emîn a grevê de rayedarên girtîgehan ji girtiyan re gotina "pirsgirêk çibe em çareser bikin dev ji grevê berdin" bi kar aniye û wiha got:" Girtiyan jî daxwazên xwe rêz kirine. Li ser vê gotine rewşa Girtigeha Îmraliyê wan derbas dike. Lê ji bo daxwazên din ên têkîldarî rewşa girtîgehê jî tiştek nekirine. Ji derve pirtûk nagirin qedexe ye. Têkîldarî nasnameyê pirsgirêkan dijîn."