Polîsan mudaxileyî kesên ku encamên hilbijartinê protesto kirin kir 2017-04-17 18:58:22 ÎZMÎR - Li Bornovayê welatiyên ku ji bo protestokirina hilbijartinê kom bûn, polîsan mudaxileyî wan kir. Gelek kes hatin binçavkirin û her wiha rageşî hîn jî didome. Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, welatiyên ku ji bo protestokirina encamên hilbijartinê li Qada Kuçukparkê kom bûn, xwestin daxuyaniyekê bidin. Li qadê piştî axaftinan, polîsan bi cop û gaza îsotan êrîşî welatiyan kir. Di mudaxileya polîsan de gelek kes hatin binçavkirin û her wiha welatiyên li derdorê jî bertek nîşanî polîsan da. Rageşî didome.