Baskin Oran: Ev encam dê bi xwe re çewisandinê û hilweşînê bîne 2017-04-18 09:09:48 ENQERE - Li gorî Baskin Oran ê ku bi gotina "Baş e ku ji sedî 51 Na û ji sedî 49 Erê derneket. Bi rastî jî wê demê karê me zehmet bûya" encamên referandûmê nirxandin, dê Erdogan pêşî çewisandinê zêde bike û dê ev bi xwe re hilweşîna aborî û siyasî bîne. Akdemîsyen Prof. Dr. Baskin Oran encamên hilbijartinê nirxandin. Oran, anî ziman ku ev encam ji bo demokratên Tirkiyeyê bixêrtir e. Oran wiha axivî: "Bila qet wek teseliya zigurdiyê neyê hesibandin, lê heke 'Na' ji sedî 51 û 'Erê' ji sedî 49 bûna, dê karê me demokratan pir zehmetir bûna. Niha hemû berpirsiyarî di stûyê Erdogan de ye." KARÊ ERDOGAN PIR ZEHMET E Oran wiha domand: "Erdogan vê carê ji sedî 10 kêmî dengên ku AKP digirtin wergirt. Li gel hemû seferberkirina derfetên dewletê jî, piştevaniya civakê ya ji bo Erdogan kêm bû. Di seferberkirina van derfetên dewletê de belavkirina bertîlê jî heye. Yanî ji rakirina bacên wek KDV'ê bigire gelek sozên wek bertîlê dan." DÊ BI ÇEWISANDINÊ MUXALEFETÊ BÊDENG BIKE Oran, diyar kir ku dê ev rewş jî "aboriyê' birûxîne û wiha axivî: "Di warê aborî de tu dikarî mehekê vê bikî, lê tu yê nikaribî tim bikî. Lê dê Erdogan tim vê bike. Dê ev jî aboriyê birûxîne. Heke aborî birûxe, dê Erdogan jî têk biçe. Ji ber vê yekê, bi rastî jî bi vê rêjeya jis edî 51'ê karê wî pir zehmet e." DÊ ABORÎ BIRÛXE, HEKE ABORÎ BIRÛXE... Her wiha Oran, dest nîşan kir ku dê piştî van encaman çewisandin jî zêde bibe û wiha axivî: "Piştî ku aborî evqas nebaş bibe, wê demê îjar dê zirezir dest pê bikin. Niha dê muxalefeta nav partiyê jî zêde bibe. Tu tenê bi çewisandinê re dikarî vê bikî. Di asasê xwe de ev çerxeke stewr e. Dema çewisandin zêde bibin, dê bertek jî zêde bibin û taliya talî dê ev bi vî awayî nemeşe." ÎJAR NIHA KARÊ ME DEMOKRATAN DEST PÊ DIKE Oran wiha axivî: "Îjar niha karê me demokratan dest pê dike. Em cara ewil bûn şahidê ku oldarên demokrat û demokratên ne oldar bi hev re xebitîn. Divê ji niha û pê ve jî ev xebata hevpar bidome. Divê em bi tu awayî destûra bûyerên şidetî nedin. Her bombeyeke ku biteqe dê ji bo Erdogan bê wateya avantajê. Bi taybetî jî her bombeyeke ji ji hêla çepgiriyê bê, dê ji bo Erdogan veguhere lutfeke Xwedê." Oran, balê kişand îtiraza ji hêla rojava û rojhilatê Tirkiyeyê û wiha domand: "Êdî tenê bi çewisandinî bi ser kurdan de naçin. Ev li her derê Tirkiyeyê heye. Heta niha tenê li hemberî kurdan dihat kirin, lê niha ev belav bû û li her kesî tê kirin. Ji ber ev derfetên dewletê bi awayekî derhuqûqî xistin dewrê, bû cihê bertekan. A rast wek şexs ez li benda ji sedî 51 dengê 'Na'yê bûm. Baş e çênebû. Heke bibûna dê serî li tiştên cuda bidanan. Niha êdî hemû berpirsiyarî di stuyê Erdogan de ye."