Bi dermanên nebatan şîfayê belav dike 2017-04-18 09:10:23 MÊRSÎN - Mezenûnê dibistana seretayî Îlhan Davran ê di fîrmayeke biyanî ya dermanan de wek kesê ku dermanan difiroşe dest bi akr kiri, niha bi dermanên ku ji nebatan tên hilberandin şîfayê belav dike. İlhan Davrab ê di sala 1991'ê de li Stenbolê li fîrmayeke biyanî ya dermanan dest bi kar kir, îro nebatên ku ji xwezayê berjev dike, wek madeya xam dişîne gelek fîrmayên dermanan ên Tirkiyeyê. Davran ê ku mezûnê dibistana seretayî ye û berê qet der barê nebatan de nexwedî agahî bû, dema li fîrmayeke biyanî wek kesekî derman difiroşe dest bi kar kir, nasîna wî bi nebatan re çêdibe. Davran, anî ziman ku dema wî li fîrmayê dest bi akr kiriye, eleqeya wî ya ji bo nebatan jî çêbûye û got, ew wek karkerî normal dixebitî, lê piştî demeke kurt eleqeya wî ya ji bo nebatan zêde bûye. Davran, diyar kir ku piştî eleqeya wî zêde bûye, hewl daye ew jî van nebatan peyde bike û berhev bike. Davran wiha axivî: "Ez çûm Çarşiya Misirê ya Stenbolê û Enqereyê. Min dît ku li wir bêhnfiroşin ku nebat û gihayên wek dermanan difiroşin. Gihayên li wir hema bêje gihayên ku li cem me dihatin firotin bi xwe bûn. Min hevdîtin bi bêhfiroşin li wir re çêkirin û min biryara da ku ez vî karî bi pêş ve bibim." HER KU NEBAT NAS KIRIN, ELEQEYA WÎ ZÊDE BÛ Davran, diyar kir ku piştî wî gelek bêhnfiroş nas kirine, êdî wî dest bi karê ku madeyên xam bifiroşe fîrmayan kiriye û wiha axivî: "Di sala 1997'an de min kesekî cihû nas kir. Nebat berhev dikirin û difirotin welatê wek Îsraîl û Fransayê û her wiha nebatên ku dihatin berjevkirin ji bo tedawiya pençeşêrê wek derman dihatin bikaranîn. Dema min ev lêkolînkirin, eleqeya min a ji bo nebatan zêdetir bû. Min pirtûkên kevin û ansîklopedî xwendin û hîn bûm. Bi vî awayî min nebat nas kirin. Êdî min fêm kir ku ka kîjan nebat ji bi kêrî çi tê. Hîn bûm ku bê ka li kuderê welatê me kîjan nebat şîn tê û ez tevgeriyam. Îro dizanim ku li kîjan herêma Tirkiyeyê kîjan nebaşt şîn tê. Min xwe pêş xist û dest bi akrê berjevkirinê kir." 'ÊDÎ NEBATAN BAŞ NAS DIKIM' Davran wiha domand: "Êdî ez bi nebatan re diaxivim. Di dawiya hefteyê de aktîvîteya min a civakî tenê berhevkirina nebatan e. Niha ez ji nebatên ku min berhevkirine rûn bi dest dixim. Îro ji şampûanê bigirin heta alkol, parfum û madeyên hucreyan nû dikin her tiştî ji nebatan bi dest dixim."